Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gelo merem ji avakirina leşkrê Ebolfezlê Ebas çiye?

13:55 - 29 Nîsan 2013

Hekî em rûpelên siyaseta Komara Îslamî a Îranê derheq Sûriyê di du salên derbazbûyî de hildin, gellek bi başî dixûye ku Komara Îslamî di warê çek û teqemeniyan de piştewaniyê ji hikumeta sûriyê dike, bi awayekî ku cuda ji belavokên ser torên civakî û ragehandinên fermî û nefermî ên opozisyona Sûriyê derheq hebûna destê Komara Îslamî li pişt tepeserkirina xelkê azadîxwaz ê Sûriyê, bi deyan kes ji berpirsyarên payebilind ên nawendên ewlehî û leşkirî ên Komara îslamî bitaybetî berpirsyarên Sipaha Qods li Sûriyê ji aliyê Artêşa Azad ve di dema şer li dijî opozisyon û xlkê de hatine destbiserkirin, û piştewaniya sîstmatîk a Komara îslamî ji hikûmeta Beşar Esed eşkere kirine.

Komara Îslamî di pêngavek nû de bona tepeserkirina şoreşvanên Sûriyê û herweha li hember destkevtên opozisyon û dewleta demekî a vî welatî, bi kiryar û bi guhertina faza piştewaniyên xwe ji sîstema daxistî li Sûriyê, nîgeraniya xwe nîşan da. Bi awayekî ku çend roj berî niha medyayên cîhanî nûçeya avakirina hêzekê bi navê hêza “Ebûlfezlê Ebas” ji aliyê Sipaha Qods ve hat belavkirin ku ji grûpên Şî’e ên Îraqê, Hizbullaha Lubnanê, hêzên Sipaha Pasdaran û Besîc û hindek ji Şî’eyên Efxanistan û Pakistanê pêk hatiye. Çekdarên vê hêzê piştî dîtina fêrkariyên taybetî ên şerkirinê di Îraq û Sûriyê de, diçin nav piroseya tepeserkirina dijberên hikûmeta Esed.

Herçend di despêkê de hate ragehandin ku hêza Ebûlfezlê Ebas bi merema parastina cihên pîroz ên Şî’eyan di Sûriyê de hatiye avakirin, lê piştre ev gumana ji aliyê opozisyonê ve hate piştrastkirin ku hêza Ebûlfezlê Ebas netenê bo parastina cihên pîroz nehatiye avakirin, belkî li herêmên Elqabûn, Heceroleswed û Hey Eltezamon de mil bi milê hêzên Beşar Esed dest avêtine şer li dijî opozsyonê. Eva di demekê de ye ku Sipaha Qods bona rêxweşkirin û herweha bona rewayîdan bi kuştar û destêwerdan di karûbarên Sûriyê de, hukmê fetwayê ji Ehmed Heso moftiyê derbarê Beşar Esed li dijî xelkê nerazî di Sûriyê de wergirt û bi vî awayî, rijandina xwîna xelkê Sûriyê helal û şerkirin di pêxema mana deshilata Beşar Esed di Sûriyê de weke erkek şer’î û Îslamî da nasîn.

Lê eva ku cihê dilxweşiyê ye ev e ku, serbarê hewlên Komara îslamî bo têk birina bizava mafxwazane ya gelên Sûriyê, opozisyon çi li ser astê navnetewî û li nawendên cîhanî û navçeyî de çalak û xwediyê piştewaniyek baş a dewletên herêmê ye, lewra bi fermî weke nûnerê gelên Sûriyê di Komkara Erebî de hatin wergirtin û karîn ku dewleta demekî di vî welatî de ava bikin û, çi li ser astê navxwe û leşkirî ve karîn ku rojbiroj serkevtinên zêdetir bidest bixin û bajar bi bajar û gund bi gundê xwe ji artêşa hikûmeta Be’s paqij bikin.
Eva ku nabe civaka cîhanî û bixasmanê gelê Sûriyê jibîr bikin ev e ku berpirsyar û karbidestên Komara Îslamî bi sedema vê ku mil bi milê hêzêzn Esed bi sedan tirajidya û cînayetên mirovhejîn di Sûriyê de afirandine, dibe di pêşerojê de li dadgeha navnetewî a tawanên li dijî mirovahiyê de, bihên dadgehîkirin û bigîjin cezayê kiryarên xwe.