Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gelo paketa demokratîk li Turkiyê çareserî ye

14:55 - 26 Çirriya pêşîn 2013

Rostem Cehangîrî


her weke haydar in, di Newroza 2013’an de û piştî belavbûna nameya rêzdar Ocalan rêberê hepskirî yê PKK’ê, qonaxeke nû ji xebata tavgera Kurd li Kurdistana Bakûr derket holê.

Wusa dihate xuyakirin ku hindek mijarên peywendîdar bi pirsa Kurd di navbera Ocala û dezgeha hevalgiriya Turkiyê (Mît) de hatibûn gengeşekirin û hindek biryar hatin dayîn. Hekî em lê binêrin di demeke kêm de piştî belavbûna nameya Ocalan, bêy yek û du, ji aliyê PKK’ê ve agirbesata yek alî hate ragehandin, û piştre dest avêtin vekêşandina hêzên xwe ji Kurdistana Bakûr ber bi Kurdistana Başûr.

Şer li Bakûr sekinî û eva heyamê salekê ye ku şer tune ye, û êdî termê gerîla û eskerên Turk bo nava bajar û malbatên wan nahên vegerandin.

Eva jî digel pêşwaziya gelê Kurd û partiyên din berbirû bû, heta ji aliyê cîhana derve wate YE, Amerîka û welatên din jî hat pêşwazîkirin, heya niha her tiştek bi başî û di cihê xwe de birêve çû. Di vir de pirsyarek derdikeve holê ku gelo pirsa Kurd çi bi ser de hat? Li Kuderê wê bas ji çareseriya pirsa Kurd bê kirin?

Eva û gellek pirsyarên din ku me di dema xwe de û di helwêsta PDKÎ de ragehandin û hindek ji wan jî heta bi dilê hevalên me li Kurdistana Bakûr nebûn. Lê niha ev pirsyarên ku salekê berî niha me dikirin, rêberên PKK’ê dikin. Hevalên PKK’ê gellek bas ji çareseriya demokratîk dikirin, lê tu caran kakila wê eşkere nedikirin û tenê bas ji çend mijarên weke:
1. Bêtirkirina cihê jiyana rêberê wan Ocalan û yan jî serbestberdana wî
2. Serbestberdana girtiyên KCK’ê
3. Perwerdehiya bi zimanê zikmakî yan Kurdî
4. Anînexwarê ya barajê, yan astenga ser rêya hilbijartinê
Eva xwastekên aliyê Kurd bûn.

Di hember de jî dewletê ragehand ku tevî PKK’ê rûniştin çê nabin heta çekên xwe nedanên û axa Turkiyê bi cih bihêlin, wî çaxî wê pirsa çareseriyê dest pê bike. Piştre bi piropagendeyeke zaf hat îlankirin ku paketa demokratîk wê bê ragehandin. Piştre paket hat îlankirin û kakila wê jî hat eşkerekirin. Bendên ku di paketê de hatibûn, li gorî xwastekên Kurdan û nirxa ku jêre hatibû dayîn, û bona çareseriya pirsa PKK’ê pir kêm bûn, lê berevpêşçûn di pirsê de tê mêzekirin.

Di nava paketê de benda herî girîng nehêlana sirûda “Ez Turk im” di xwendingehan de rakirin ku ew yek guhertinek mezin di felsefeya avakirin dewleta Turki da bû, her çend ew yek biberçaw kêm xoya bike lê girîng û bi bandûre. ya din jî baraja hilbijartinê ye. Bi hizra min di vir de Erdoxan bêhnfirehiyek zaf ji xwe nîşan daye, dibêje bibe %5 û yan jî her nemîne.

di rastî de divêt ew du pîşniyar wate bibe %5, yan jî her nemîne, bi qazancê kurd e, hekî eva cîbicî be û bibe yasa, eva pêşkevtinek mezin e di sîstema hilbijartina Turkiyê de, ji ber ku eva astengeke mezin bû li ser riya Kurdan û Kêmaniyên din di hilbijartinan de, li welatê Turkiyê.

Paşan xwendina bi zimanê zikmakî di qonaxa lîseyî, yan paş nawendî, di xwendingehên taybetî de. Li vir de eva ku Kurd dixwaze û heqê wê yê rewa ye, xwendina bi zimanê zikmakî ji despêkê heya qonaxên herî bilind e, lê mixabin me dît ku ev mijara girîn cardin hate paşxistin. Yan guherîna navê bajar û gundên Kurdistanê ku dema xwe dewletê hewil dida bi vî awayî demografiyaya Kurdistanê biguhere, lê di vê pîlana xwe de serkevtî nebû.

Ev xalên ku ketin ber bas û gellek tiştên din ku di paketê de hatibûn, gellek baş bûn û pêngaveke erênî ye, û Turkiyê di demokratîzekirinê de hindek din dibe pêş û hêdî hêdî Kurd jî dibe ji rêyên yasayî ve bigîjin mafên xwe. Eva ku li vir hecwe û cihê rexne û gazindeyê ye li rayedarên Turkiyê, eva ye ku hêj ji fikriyet û hizrên şovênîstî derneketine.

Nikarin bi xwe bidin selimandin ku dibe Kurd jî weke neteweyeke cuda ji Turkan e bijîn, û maf û azadiyên wan bi awayekî fermî bên dayîn, û weke bira bi hevre jiyana xwe bidomînin, û dujminatiya bi sedana sale ya di navbera gelê Kurd û Turk de bi dawî bînin û bibin welatekî bihêz ku bandora wan di herêmê de hebe.

Çend gotinek tevî PKK’ê û BDP’ê û derdorên wan, gotineke pêşîn ya Kurdan heye ku dibêje “Te di nava şoyê de dorandiye, û niha di nav coxînê de daxwaz dikî”.

Hevalno!
Niha hewce ye ku hûn dirêjiyê bi agirbestê bidin û bi tu awayekî destan bo çekan nebin. Zext û givaşa di çarçoveya yasa û pîvanên Demokrasiyê de bibine pêş, wusa hûn wê roj bi roj zêdetir nêzîkî xwastekên xwe bibin, û zûtir û bêtir hûn wê di nava neteweya Turk û neteweyên din ên derdorê de dost û alîgiran bo xwe û tevgera Kurd peyda bikin.

Tiştek din ku aliyê Kurd bi taybetî PKK û BDP nabe ji bîr bikin, ev e ku xwe ji bikaranîna zimanê tirs û gefê biparêz in, û bas ji şer nekin. Bi baweriya me û gellek şirovekarên mijarên siyasî, vê carê di herêmê de şer bi qazancê tu aliyekê nabe, û heya bi zerera her du aliyan e, bi taybetî aliyê Kurd. Jiber ku di nava Turkiyê de zaf in evên ku niha jî dijatiya çareseriya pirsa Kurd û demokrasiya di nava Turkiyê de dikin.

Eva ku rayedarên Turkiyê pêngavê kîselî davêjin, hindek ji tirsa mohafizekarên nava sîstema Turkiyê de ye, jiber ku gellek çalak in û dixwazin bi giştî vê pirojeyê bisekinînin.

Ji aliye din ve jî, pêşkevtinên Kurd di herêmê de baş in, bo mînak li Turkiyê pêşkevtinên baş bi dest hatine, lê kêm in, li Sûriyê derdorên Kurdan hêdî hêdî rizgar dibin, lê gef û êrîşên li ser wan zaf in.

Êrîşên hêzên terorîst bi piştevaniya dewletên herêmê û gellek aliyê din ên derdora Kurdan. Lewra neyarên Kurdan li derfetê digerin ku êrîşên xwe bo ser Kurdan zêdetir bikin. Jiber ku guherînkariyên ku li herêm û welatên ku axa Kurdistanê dagîr kirine tên çavnihêrîkirin, bi qazancê Kurd û bi zerera wan dewletan in.

Lewra gereke em vê yek baş fam bikin ku, nabe em nerehet bin û derfetan bo dujminên xwe bidin afirandin da ku êrîşên xwe bo ser deskevtên me zaftir bikin. Hekî em hişyar bin, derfet û guherînkariyên gellek baş bona Kurdan tên çavnihêrîkirin da ku xewnên bav û kalên Kurdan êdî bibin rastî û Kurd bigihîjin hêviyê xwe.