
Kurdistanmedia: Eva bi salan e ku bi sedema guherînên rewşa hewayê, û bilindbûna asta pileya germê di demsala havînê de, asta ava Gola Urmiyê yek metroyê kêm dibe.
Roja Duşemî 11`ê Hezîranê “Hocet Cebarî” cihgirê teknîkî yê jîngehparêziya bajarê Urmiyê, di civîneke rojnamevaniyê de derheqê Gola Urmiyê, û rewşa hewayê de got ku: Di van salên dawiyê de ji ber kêmbûna barîna berf û baranê, bikaranîna çavkaniyên avê yên jêr`erd û herwisa bi sede,a germbûna hewayê, ava Gola Urmiyê bi qasî 1.3 milyard metra çargoşe kêm kiriye.
“Hocet Cebarî” di doma axavtinên xwe de gotiye ku: “Di roja derbazbûyî de bi sedema germbûna hewayê, kêmbûna asta ava Gola Urmiyê dest pê kiriye”.
Gola Urmiyê duyemîn gola ava şor di cîhanê de ye, û şaşitiyên karnasên rejîma Îranê û çêkirina pir û avbendan li ser ava Gola Urmiyê û xemsariya berpirsan bûye sedema nêzîkbûna hêdî-hêdî a jinavçûna Gola Urmiyê.
Gola Urmiyê bûye goriyê siyasetên çewt yên rejîma Îranê, û heyanî niha ji bo vejiyandina vê golê ku dahata sirûştî û samana neteweyî ya Kurdistanê ye tu gaveke pozêtîv jê re negirtine pêş.
Gola Urmiyê ev nêzîkî 40 salan e ku nîşaneyên nesaxbûna xwe nîşan dide, lê mixabin tu dewletên desthilatdar heyanî niha tu hewlek ji bo çareserkirina vê nesaxiyê peyda nekirine, berevajî, rejîmê bi bê hevahangîkirina zêdetir alîkariya hişkbûn û jinavbirina bilez ya vê golê dane.
Li gora boçûn û bîrmendên pispor ên erdnigarî û hewanasî, bi kiryara karnansena û biryara hewce ji aliyê hikûmet û xelkê deverê, nêzîkî 40 sal dem hewce ye da ku bilindahiya avê bigîje asta hewce û ev gola jiyana dubare ya xwe dest bixe.
Mixabin ev hewlên ku heta niha diba derheqê vê piroseyê de encam bidana, bi sedemên ewlehî û nepisporane yên rejîmê û bîr û bûçûnên hişk û hevdem zêderewiya stratîjî ya veşartî ya ewlehî ya karbidestên xwcihî bê encam mane, û rizgarkirina şînîkatiya ava gola Urmiyê ber bi pêşerojeke bê encam ve diçe.