Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Germahiya hilbijatinê

21:08 - 23 Gulan 2013

Selîm Zencîrî

Di Îrana ku hejarî, bêkarî û giranî bêddaiyê dike, îro rojê basa herî germ li jêr propagendeyên bihêz ên ragehandinên giştî ên Îranê de, basa hilbijartinê ye. Reformxwaz radigehînin ku ew rewşa herî xirap ya aborî û siyasî tenê bi destê wan dikare çareser be, bingehxwaz (Usulgera) xwe wek parêzerê rastîn ê nîzama Îslamiya Îranê û desdkevtên wê dihesibînin û niha êdî Ehmedînijad jî bi girûpa xwe ya ku wek tevgera Înhirafî (lader) hatiye naskirin, radigehînin ku ew dê bikarin li pêşerojek nêzîk de rewşa welat di her warekî de pêş bixin, helbet heke bikarin posta serkomariyê bidest bixin.
Di rastî de ya ku rohn û zelal e, ew e ku şerê wan aliyan ne li ser nehêlana hejariyê û rêzgirtina ji dengê xelkê û paqijkirina welat ji gendelî û maddeyên hişber e. Şerê wan ne li ser vegerandina keniyekê li ser lêvên xelkê perşîan û bêçare yê welat e. Belkû şerê wan li ser parastina vê nîzamê, û li ser diziya zêdetir ya wan sermayeyên jêrerdî ye ku me bas kir.
Ji aliyek din ve li hilbijartina serkomariyê ya dewra pêştir de me dît ku Xamineyî û hemşêvrên wî û endazyariya hilbijartina pêşîn a serkomariyê, çawan bi bê hijmartina dengan, Ehmedînijad di sindûqên dengdanê de derxistin. Lewra vê carê jî bi wan îmkanatên bê qas û firt û fêlên ku li jêr serê wan de ye, bê guman her demekê dikarin kesê dilxwaze rêber ji sindûqê derxînin, lewra em dixwazin vê yekê û vê rastiyê bêjin ku bo rejîma Îranê ya herî giring ew e ku xelkekî zêde li ser sindûqên dengdanê amade bin, û ew jî bi cîhana derve ragehînin ku xelkê me ji nîzama xwe hez dike û weha bi coşek bê mînak ve di hilbijartinê de beşdariyê dike. Lewra eva armanca sereke ya rejîmê ye, û divêt her kes vê rastiyê berçav bigre û piştre biryara xwe bide.