Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Geşeya aborî di Îraqê de bi sedema aloziyên milîsan di wî welatî de rawestaye

11:31 - 1 Çirriya pêşîn 2020

Di demekê de ku dewleta Îraqê hewlê dide ku sermayeyên biyanî bo Îraqê rabikêşe, milîsên girêdayê rejîma Îranê di rewşa alozîxitin û afirandina rewşeke dijwar di wî welatî de ne.

Karnasên Îraqê dane zanîn, ku hewlên dewleta Îraqê bona vekirina deriyên wî welatî bo sermayedanîna biyanî bona geşeye aborî di wî welatî de, di tev qonaxan de ji aliyê milîsên girêdayê rejîma Îranê ve hatine têkdan.

Pêka gotinên wan karnasan, milîsên girêdayê rejîma Îranê dixawzin bi goşegirkirina Îraqê, tedaxula rejîma Îranê di wî welatî de biparêzin.

Aborînasê Îraqî, “Mazin El-Şîqer” ragihandiye, ku derfetên baş bona geşeyeya aborî û handana danîna sermayê di wî welatî de heye û herwisa gotiye, ku milîsên girêdayê rejîma Îranê dixwazin wan derfetan pûç bikin.

Herwisa navbirî hişdarî daye, ku hekî ew girûpên yasaşikên di derblêdan bi berjewendiyên Îraqê de berdewam bin, nûjenkirin dê paş bikeve.

Wî aborînasê Îraqê hişdarî daye, ku wan girûpan hewl daye ku bi têkdana ewlehî û afirandina rewşên aloz bi armanckirina kompaniya û çavkaniyên siyasî û leşkerî, rewşa ewlehiya hewce bona danîna sermayê ji nav dibin û cihê nigeraniyê ye, ku renge girêbestên aborî û sermayedanîna biyanî yên dinavbera Îraq û welatên dinê de bikeve metiriyê û neyêne cîbecîkirin.