Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gilad Erdan: “Reîsî dê tundûtîjî û aloziyên deverê zêdetir bike”

12:38 - 6 Tebax 2021

Nûnerê Îsraîl li Amerîka û Saziya Netewên Yekgirtî, “Gilad Menashe Erdan”, bi tekezî ragihand: “Îbrahîm Reîsî dê bibe sedema tundûtîjiyên zêdetir û herwisa dê rewşa deverê aloztir bike”.

Gotinên “Gilad Menashe Erdan” di halekê de ye ku Serkomarê rejîma Îranê “Îbrahîm Reîsî” di rêûresma sundxwarina Serkomariya xwe de  bi tekezî ragihand ku dê Îran rola xwe li Sûriye û Xezeyê de berdewam bike.

Herwisa “Gilad Menashe Erdan” gotiye: “Serkomarê nû yê Îranê Îbrahîm Reîsî, berpirsê îdamkirina 30 hezar girtiyên siyasî li Îranê ye”.

Serkomarê Îranê “Îbrahîm Reîsî” li kuştara xelkê a sala 1988an de roleke serekî hebû û di cinayetên wekî, destdirêjîkirin, kuştin û îdamkirina girtiyên siyasî û bi sêdaredan û firedana wan ji bilindahiyê ve tawanbar e.

Herwisa Serkomarî Îranê “Îbrahîm Reîsî”yek ji birêveberê desteya bi komkujiya girtiyên siyasî ya bi navê “Cûxeyên Merg” e ku bi fermana Xumeynî zêdetir ji 5 hezar girtiyên siyasî di çend rojan de kuştin.

Rejîma Îranê bi piştevanîkirina siyasî, leşkerî û aborî ji girûpên girêdayê xwe li Sûriye û Lubnanê bûye gefeke micid li ser ewlehiya Îsraîlê.