Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gileyîkarên dosyeya girtiyê siyasî yê Kurd “Şakir Behrûzî” belgeya razîbûnê wajo kirin

18:04 - 30 Hezîran 2022

Piştî gefa îdamkirina girtiyê siyasî yê Kurd “Şakir Behrûzî”, şeva borî gileyîkarên dosyeya wî girtiyê siyasî razî bûn ku rizayetê bidin û îro Pêncşemî 9ê Pûşperê, bi awayê fermî rizamendiya xwe wajo kirine.

Ajansa Nûçegihaniya “Kurdpa”yê li gor çavkaniyek xwecihî li navxweyê Rojhilatê Kurdistanê belav kiriye, ku îro 9ê Pûşpera 1401an a Rojî, 2 kes ji gileyîkarên dosyeya “Şaker Behrûzî” bi navên “Îran Mihemedpûr” û “Cemîl Mihemedî” bi amadebûn li nivîsgeha belgeyên fermî ya “Silvana”yê ji sikalaya xwe paş ve kişiyane û bi tevahî razîbûna xwe bi bê merc nîşan dane.

Piştî razîbûna gileyîkarên dosyeya “Şaker Behrûzî”, navbirî bo benda girtiyên siyasî yên girtîgeha Urmiyê hatiye vegerandin.

“Şakir Bêhrûzî” yê ku bi îdamê hatî cezadan, sibêdeha roja Çarşemî 8ê Pûşperê, ji benda girtiyên siyasî ya bajarê Urmiyê bo cihek nexuya hatibû veguhastin.