Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Giraniyê bandorek nerênî li ser dabînkirina xwarina nexweşxane, bingeh û girtîgehan di Îranê de daniye

19:33 - 15 Hezîran 2022

Rojnameyek ser bi rejîma Îranê îtiraf li bandora nerînî ya bilindbûna nirxa kelûpelan di Îranê de kiriye û daye zanîn, “nexweşxane, binke, girtîgeh û navendên xwedîkirina zarokên kêmendam bi sedema giraniya kelûpelên xwarinê, ew rastî pirsgirêkan hatine.”

Roja Çarşemî 15`ê Hezîranê rojnameya “Î`itimad a ser bi rejîma Îranê li gor gotina serokê nexweşxaneyeke şexsî nivîsiye, ku “bilindbûna nirxên kelûpelan bandora nerênî li ser kalîteya xwarinan daniye û îmkana rakirina xwarinên germ di nexweşxaneyên hikûmetî û şexsî de heye.”

Wê rojnameyê di berdewamiyê de nivîsiye: “"Di hefteyên bê de, dabînkirin û belavkirin ji bûdceya giştî û dewletê, ne tenê bandora nerênî li ser nexweşxaneyan dadinê, belkî navendên din ên niştecîh, bikeyên leşkerî, girtîgeh, malên temenbiserçûyî û zarokên bêmal û kesên kêmendam, kempên giştî ên civakî û heta dibistanên şev û rojî jî, dê bi pirsgirêkan re rû bi rû bin.”

Eva jî di halekê de ye ku li gor biryara Heyeta Wezîran a sala 1401`an a Rojî, nirxa giştî ya xizmetên pizîşkî li nexweşxaneyên giştî %19.5 û li nexweşxaneyên şexsî %24 bilind bûye û beşa taybetî ya nexweşxaneyan jî heta %30 û li nexweşxaneyên şexsî heta 40% bilind bûye.

Her li ser wê mijarê roja Sêşemî 14`ê Hezîranê, Cihgirê Serokê Komîsyona Pîşesazî ya Meclisa Şêwraya rejîma Îranê “Cewad Husênîkiya”, li derheq bilindbûna nirxên kelûpel û kiriya avahiyan huşdarî daye Îbrahîm Re`îsî yê Serkomarê rejîmê û gotiyê: “Bilindbûna nirxan gihîştiye gûpikê û nirxên kelûpelan bi qasekî bilind bûne ku xwarinên wek goşt, mirîşk û berhemên sipî li ser sifreyên xelkê nemane û nebûna çavdêriya hûr ya hikûmetê, dengê xelkê bilind kiriye.”