Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Giringiya hukmê Dadgeha Mîkonsê

14:14 - 29 Nîsan 2013

Loqman Mêhfer

Dadgeha Mîkonosê, roja 28’ê Oktobera 1993 dest bi karên xwe kir û li roja 10.04.1997 hukmê xwe ê dawiyê ragehand. Ew heyam bona pêregihîştin û biryardana li ser dosyeyekê li dadgehê de li gorî yasa û rêsayan demeke zêde ye, lê dirêjbûna karê dadgehê û giringiya hukmê dadgehê, ji çend biyavan ve cihê balkêşandin û lêfikirînê ye, û ji dîtingeha yasayî û siyasî û dadweriyê ve giringiya taybet bi xwe heye. Ew astengiyên ku li pêşberî dadgehê de hebûn, hewce ye ku qala wan were kirin.

Ya yekem ew e ku dewleta Alman û hinek ji karbidestên wî welatî, zext dixistin ser dezgeha dadwerî ku bi awayekê dadgeh bê dirêjkirin ku dosye bê kêmreng kirin, bi awayekê ku berjewendiya dewleta Alman di warê dîplomasî û aborî de nekeve tehlûkeyê.
Ya duyemîn ew e ku bona vê ku dadgeh bikare bi awayek durust pêvajoya xwe bidomîne, diviya pêştir astengên yasayî çareser kiriban, û yên ku diviya lêkolîn bi wan re bihatiba kirin, şahid û ên şakî, her hemû li hemberî dadgehê de berhev bin, ku ew yek jî hewcehî bi rezayeta çar welatan hebû.

Di vê navberê de jî du welatên wek Îran û Lubnan bixwe tawanbar bûn, ku ew yek jî astengek mezin bû li pêşberî dadgehê, jiber ku qurbanî xelkê yek welat û terorîst jî xelkê du welatan bûn, û şahîd jî xelkê Alman, Îran, Lubnan û Turkiyê bûn, û herweha bûyer jî li welatê Alman de bû.

Ya sêyemîn ew bû ku li sîstema yasayî ya Alman de esla “Tebreê”, xalek cihê hurmetê ye. jiber ku divêt tawanbarbûna bergumanan bê selimandin. Jiber ku tewaya lêkolînan vê demê aliyê yasayî bi xwe ve digre, ku li dadgehê de rast û durustbûna wan bê piştrast kirin, lewra dadgeh neçar e ku ser ji nû lêkolînê dest pê bike.
Li dîroka hatine ser kar a Komara Îslamiya Îranê, eva yekem car bû ku ji hêla dezgeha dadweriya welatekê ve hukmê girtina wezîreke welatê Îranê bi tawana beşdariya li kiryareke terorîstî de dihate derkirin.

Ew yek jî gellek giran li ser karbidestên rejîma Îranê tewaw bû, ji aliyek din ve dezgeha dadweriya welatê Alman dawakarê giştî ê federal, û serok û dadwerên dadgeha Mîkonosê gellek hûrbînane û cesûrane, erkê yasayî û exlaqê ê xwe bi cih anîn, ku ew jî mirov dikare ji du dîtingehan ve lê binêre. Ya yekem: çanda dadperwerî û piştgirî ji mafên mirov li nav xelkê xwe de cihgir kiriye, ku weha bû hînbûna bi vê kulturê, hêviyeke mirov e û azadîxwaz ji mêjve ye ku xebatê jêre dikin. Ya duyemîn: wek xûdîkekê ye ku naweroka rastîn ya karbidestên Komara Îslamiya Îranê nîşan da. Lewra serbarê hebûna pêwendiyek xurt a bazerganî li navbera Îran û Alman, qazancên aborî û gefxwarinên rejîmê nekarî pêşiya birêveçûna dadperweriyê bigre, û serbixweyiya dezgeha dadweriya Alman hate selmandin.
Bi kurtî şûnwarê yasayî ê hukmê dadgeha Mîkonosê, karî li ser astê nîştimanî û navdewletî rewşekê pêk bîne ku derfetê nede tawanbar, ku ji dest dadgehê rizgar be, îca ew tawanbar li her pileyek mezin a hikumetî de bin.

Divêt hemû aliyek vê rastiyê qebûl bikin ku eva dadgeha Mîkonosê bû ku karî pêşiya sîstema terorê a rejîma Îranê li derveyî welat bigre. Vê dadgehê li civîna fermî ya roja 10.04.1997’an de bi biryarek cesûrane û dadperwerane rêberên komara Îslamiya Îranê li pileya herî bilind ya deshilatê de wek biryarder û bikerên terorkirina Dr. Şerefkendî bi cîhanê da naskirin, û hukmê girtinê jî bo çend kes ji ên ku dest li birêvebirina biryara terorê de hebû, derkir . Ew hukmê dadgeha Mîkonosê belgeyeke haşahilnegir ya yasayî ye ku li dest tev alîgirên azadiyê û piştgirên mafê mirov de heye ku rejîma Îranê pê mehkûm bikin û rê bihê xweşkirin bo vekirina tewaya wan dosyeyên ku li arşîva dezgehên qezayî de hatine piştguh ve xistin, wek dosyeya terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî li Vîyenê, û ...hwd.