Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtina hevwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê didome

18:38 - 4 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Paş sê heyv nûça destbiserkirina du hemweltiyên Kurd ên Serdeştî, çarenivîsa wan narûn e û hevdem mamostayeke olî yê Kurd paş binçavkirinê, bo girtîgeha Êwînê veguhastin.
Ajansa nûçegihaniya Kurdpa bilav kir, du hevwelatiyên Kurd xelkê bajarê Serdeştê bi navên Umîd Bêgzade û Nasir Kerîmî ku 3 meh berî niha ji aliyê hêzên Ewlehî yên rejîma Îslamiya Îranê ve hatin girtin , serbarî dûrdeçûna malbata wan, ji çarenivîsa wan tû agahiyek ji ber dest nine.
Hêzên Îtilatê ew du hemwelatiye bi tometa alîkarî tevî partiyên Kurdî êm dijberî rejîma Îslamiya Îranê destbiserkirin û her wusa tû agahiyek jî ji çarenivîsa wan ji ber dest nine û cihê ragirtina wan jî nadiyar e.

7398.jpg
Haşim Husên Penahî


Ji aliyek din ve malpera ferîm a mekteba Qurana Kurdistanê bilav kir, Haşim Husên Penahî xelkê bajarê Sine, roja Sêşemî berwara 3\'ê Çileya Pêşîn a 2013\'ê paş bang kirin bo dozgeriya Taybet a Mamostayên olî a Tehranê bo tometa bêhuretî bi dînê Şîe hat girtin û bo benda 325 girtîgeha Êwînê veguhastin.

Çalakvanê han sala derbas bûyî jî li berwara 12\'ê Xermanan a 1391\'a Rojî, seba çalakiyên teblîxî bo ola Sunî ji aliyê îdareya Îtilatê ve hat girtin û paş heftiyek li dadigeha Taybet a Mamostayên olî li bajarê Tehranê bi lêdana 30 zerbe şelaq û 6 heyv zîndana tezîrî hat cezakirin.
Li gor amara Kurdistanmedia, di destpêka meha Xezelwera 1392\'a Rojî ve heya niha 24 hemwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatin girtin.