Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyeke siyasî mehkûm bi bidarvekirinê xistine odeya takekesî

22:57 - 28 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Hebîbullah Efşarî zîndaiyê siyasî yê Kurd mehkûm bi bi dardevekirinê ji aliyê karbidestên girtîgeha Urmiyê bo odeya takekesî birin.

Hebîbullah Efşarî hevdem ligel birayê xwe Elî Efşarî heyamê du salan hatine girtin û ji aliyê dezgeha dadweriya rejîma Îslamiya Îranê bi darlixandinê mehkûmkirin.

Divê pêwendiyê de kempêyîna berewanî ji girtiyên siyasî û sivîl bilavkir, Hebîbullah daxwaz ji rêvberên gîrtîgeha Urmiyê kiriye ku bi heceta çareseriya pizişkî birayê vî bi navê Elî Efşarî rêkin nexweşxanê û karbidestan serbarî bêrêzîkirin bi wan du birayane, ev daxwaze retkir in.

Çavkaniyekê eva jî eşkere kir, dinavbera Hebîbullah û berpirsên zîndana Urmiyê pevçûn çêbiye û di encam de bo odeya takekesî rêkirine.
Hebîbullah Efşarî û Elî Efşarî xelkê gundê “Gugcel”, heyamç du salan berî niha hetin girtin û bi sûça “miharibe” bidarvekirinê hatin mehkûmkirin.

Her divê pêwendiyê de du kes ji malbata wan bi navên Ceifer û Welî Efşarî bi sûça “hewldan bidijî tenahiya netewî” her yek bi 5 sal zîndan hetin mehkûmkirin.

Elî û Hebîbullah Efşarî piştî piştrastina hukma bidarvekirinê, ji çavpêkevtin li gel malbata xwe bêparin.

Rewşa tendurustiya Elî Efşarî nebaşe, ev girtîgeha siyasî di dema destbiserkirinê de ji aliyê hêzên leşkeriyên rejîma Îslamiya Îranê ve dabûne ber destdirêjiyê û di encam de bi tundî hat birîndarkirin.