Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyeke siyasî yê Kurd li girtîgeha Mihabadê seba tûşbûna nexweşiya “Sêl” tirsa mirina vî heye

15:53 - 20 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Girtiyeke siyasî yê Kurd xelkê bajarê Bokanê rewşa laşê wî li girtîgeha bajarê Mihabadê xirabtir bûye û berpirsên wî girtîgehê îzna çareseriya pizişkî nadin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, Qasim Rehîmî Azer seba nexweşiya berdewam û pêrenegehîştina çareseriya pizişkî tûşî nexweşiya “Sêl” bûye û a niha jî bi vê nexweşiyê dinale.

Girtiyê hanheyameke zore ku tûşî nexweşiya laş (Ceste) bûye û seba pêrenegehîştina pizişkî nexweşiya wî zêdetir bûye û gehiştiye qonaxa “Sêl”.

Qasim serbarî evê ku çend caran dexwaz kiriye bi hiceta çareseriyê bibine dereweyî girtîgehê lê ji aliyê karbidestan îzin nahê dan.

4453.jpg
“Qasim Rehîmî Azer”


Heyamek berî niha girtiyê han seba rewşa girtîgehê û
pêrenegehîştinê dest bi gireve birîcîbûnê dabû.

“Qasim Rehîmî Azer” karmendê nexweşxweneya bajarê Bokanê bû û roja 7’ê Adar a 2011’an, û bo cara duyem 14’ê Ciriya Pêşîn a 2011’an, ji aliyê îdareya Îtilata Bokanê ve hat girtin.

Ew çalakvanê sivîl li yekemîn dadigehê de sûça alîkarî kirin li gel partiyên Kurdî yê dijberî reîma Îranêbi 8 salan hat mehkum kirin û pişdere li dadigeha pêdeçun kukma wî bo bi 4 sal zîndana te’zîrî.