Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyekî din yê Kurd li Selmasê hat bidavekirin

13:52 - 27 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Riza Îsmaîlî (Mamedî), girtiyekî din ê Kurd li bajarê Selmasê hat bidarvekirin.
Saziya Mafê Mirov a Selmasê ragihand, roja Şemî berwar 26’ê Çiriya Pêşîn a 2013’an, Riza Îsmaîlî (Mamedî), xelkê gundê “Dêrik”a ser bi bajarê Selmasê di zindana bajarê Selmasê de hat bidarvekirin.
Riza Îsmaîlî temen 34 salî û kurê “Tufîq”, sala 2009`an ji aliyê hêzên ewlehiya rejîma Îslamî ya Îranê ve hatibû girtin. Navborî bi tometa “Muharibe” (şer ligel Xwedê) bi rêya çalakiyên propagandayî û hevkarî bi partiyeke kurdî ên opozîsona rejîma Îranê, ji aliyê dozgeriya Înqilaba bajarê Xoyê, bi cezayê darvekirinê hatibû mehkumkirin.
Hejayê gotinê ye, hikûmeta Îranê bêy ku malbat û parêzerê Riza Îsmaîlî hayîdar bikin, termê wî di goristana bajarê Selmasê veşartibûn, lê malbat û xizmên wî, cenazeyê Riza derdixin û bo veşartinê dibin bo gundê ji dayikbûna wî.
Tê gotin, li bajarê Selmas û herêmên derdor rewşa awarte ya leşkerî hatiye ragihandin û xelkê bajarê Selmsê li hemberî Qayimmeqamiya bajar dest bi nerazîbûnê kirine.