Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyekî Kurd bi awayekî guman lêkirî mir

15:18 - 6 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Ciwanekî temen 20 salî ê destbiser kirî bi awayekî guman lêkirî li take kesî li zîndana nawendiya bajarê Sine jiyana xwe ji dest da.
“Kempêyîna çalakiyên Tebîdî” bilav kir, roja duşemî berwara 5’ê Tebaxa 2013’an, “Xebat Muradî” çalakvanê kedkar ku hevdem li girtîgehê de tûşî nexweşiyê bibû, li girtîgeha nawendiya bajarê Sine de canê xwe ji dest da.
Çavkaniyê eva jî anî ber bas, zîndaniyê Kurd nexweşiya “Diyabêt” hebû û rêveberên zîndanê ji ber çareseriyê xistine cihê takekesiyê de.
Dawîn haleta can ji dest dana girtiyan digere bo 20’ê Gulan a 2013’an, Efşîn Osanlû girtiyê siyasî û çalakvanê kedkar, seba sekta dil cû ber dilovaniya xwedê.
Efşîn Osanlû ji heyeta avakirinên sendîkaya Şofêran û birayê Mansûr Osanlû, serokê sendîkaya karkerên kompnîya Wahîd bû.
Efşîn çalakvanê kedkar ji aliyê dezgeha dadweriya rejîma Îranê bi sûça rêkxistina civînê nayasayî bi 5 salan zîndan hatbû mehkûmkirin.