Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyekî siyasî paş 6 heyvan serbest bû

14:14 - 13 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Zîndaniyakî siyasî yê Kurd li Mihabadê paş 6 mehan zîndanî, hat azad kirin.
Ajansa nûçeya Mukryanê bilav kir, roja Şemî berwara 12’ê Çiriya pêşîn a 2013’an, çalakvanekî siyasî yê zîndanî kirî bi navê “ Hamid Zûdî” di demekê de ku 3 meh ji heyamê hukma vî mabû, hat serbest kirin.
Girtiyê han yê siyasî sala derbas bûyî bo yekemîn car destbiser û bi danîna barimte hat azad kirin, lê piştî çen heftiyan bi sûça “ Civîn û hewldan bi dijî tenahiya neteweyî” li dadigeha Înqilaba bajarê Mihabadê bi 9 heyvan zîndan hat mehkûmkirin.
Piştre jî berwara 5’ê Çiriya Pêşîn a 20132an, girtiyekî siyasî yê Kurd bi navê “Heze Subhanî” kurê “Mihemed” û akinciyê bajarê Ciwanro, ku bi sûça “Endamyetî û pirupagende bo partiyekî Kurdî ên dijberî rejîma Îranê” ceza 13 sal zîndan bi ser de sepa bû, li girtîgeha Dîzilabada Kirmanşanê serbest bû.
اخ