Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyekî siyasî yê Kurd bi cihekî nediyar veguhestin

16:44 - 25 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Namîq Mehmûdî zîndaniyê siyasî yê Kurd 11 roj berî niha li girtîgeha Recayî Şehr a Kerecê bo cihekî nediyar veguhestin.
Nûçegihaniya “Hirana” bilav kir, hêzên ewlehiyên rejîma Îslamiya Îranê Namîq Mehmûdî temen 62 salî heyamê 11 roj berî niha li benda 12 zîndana Recayî Şehrê ve bo cihekê nediyar veguhestin û heya bilav bûna wê nûçe tu agahiyek ji çarenivîsa wî ji ber dest nine.
Çavkaniyê ava jî ragihand, egera evê heye girtiyên siyasî yê han bo benda 209’a girtîgeha Êwînê veguhestibin.
Heyamek berî niha 40 kes li zîndana Recayî Şehr ji ber helsukevtên nebaş ên karbidestên girtîgehê li gel “Namîq Mehmûdî” narizayetî derbirîn.
Memûrên girîgehê di dema ku “Namîq Mehmûdî” çûbû nexweşxanê, dabûne ber lêdan û kutanê û bêrêzî jî lêkiribûn.
Ew 40 zîndaniyên han li nameyekê de bo “Merdanî” berpirsê girtugeha Recayî Şehra bajarê Kerecê rêkiribûn, narizayetiya xwe bi lêdan û kutana “Namîq Mehmûdî” zîndaniyê siyasî yê Kurd, ji aliyê memûrên girtîgehê derbirîbûn.

Zîndaniyaên girtîgeha Recayî Şehra bajarê Kerecê ji ber helsukevtên neşiyaw û nebaş tevî zîndaniyên Kurd, narizayetî derbirîne.