Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyekî siyasî yê Kurd li girtîgeha Urmiyê de bi dirûna lêwê xwe dest bi gireva birçîbûnê da

14:01 - 22 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Zîndanekî siyasî yê Kurd xelkê bajarê Şinoyê seba xemsariya karbitestên girtîgeha Urmiyê li hemberî rewşa xwe, lêwê xwe dirû.

Mistefa Misrî temen 36 salî û xelkê Şinoyê seba cîbicî nekirina erêyînên karbidestên girtîgeha Urmiyê ji ber vê veguherîne bo zîndana bajarê Nexedê, bi dirûna lêwê xwe narizayetiya xwe derbirî.

Kempêyîna navnetewî a mafê mirov li Îranê de bilav kir, Mistefa Misrî heyamê du salane hetiye girtin û larbidestên zîndanê erêyînî dabûn ku bo girtîgeha bajarê Nexedê veguherînin.

Piştî heyamekî zor ew belêne nehate cîbicî kirinê û her ji ber vî zndanê siyasî yê kurd bi dirûna lêwê xwe dest bi gireva birçîbûnê da.

Çavkaniyekî eva jî eşkere kir, karbidestên girtîgeha Urmiyê Mistefa Misrî piştî dirûna lêwê xwe, rêkirine bo zîndana takekesî û ji bînîna malbata xwe bêpar kirin.

Mistefa Misrî bi sûça “hewl dan bidijî tenahiya mîlî” bi sê sal û 6 mehan zîndan hat mekûm kirin.