Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyekî siyasî yê Kurd li zîndana Mihabadê bo girtîgeha Urmiyê veguhestin

16:53 - 18 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Girtiyekî siyasî yê Kurd bi navê Firîdûn Osmanî çend roj berî niha ji aliyê nawendên ewlehiyan ve li girtîgeha Mihabadê bo Urmiyê veguhastin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, berwara 13’ê Tebaxa 2013’an, Firîdûn (Simko) Osmanî bi navê çareseriya nexweşiyê birina zîndana Urmiyê û di vê demê de heya niha tu bersivek bo çareseriyê nehatiye dan.
Simko heyamê çend heyva ne li girtîgeha bajarê Mihabadê tûşî nexweşiya “Feqerat” bûye û di vê heyamê de bi berdewamî daxwaza çareseriyê kiriye, lê ji aliyê karbidestên girtîgeha Mihabadê û nawendên ewlehiyan ve rêgirî lêkirin.
Hevwelatiyê han yê Kurd meha Çileya Pêşîn a sala 2011’an ji aliyê hêzên ser bi îdareya îtilata bajarê mihabadê bi sûça alîkarî tevî opozîsyona Kurdî hatiye girtin.

Firîdûn di destpêkê de 3 sal zîndana Tezîrî bi ser de sepa û paşan di encama îtirazata xwe de hukma wî kirine 18 heyv girtina Tezîrî.