Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyekî siyasiye Kurd piştî dawî pêhatina heyamê mirexesiya xwe, vegeriya bo hepsê

13:15 - 23 Hezîran 2020

Di çend rojên derbasbûyî de, girtiyê siyasiye Kurd yê bi navê Rostem Erkiya, xelkê bajarê Maku yê, piştî qedandina heyamê mirexesiya xwe, carekî dinê vegeriya bo nava zîndana bajarê Yezdê.

Ev hepsiyê Kurd, di destpêka meha Hezîrana îsal, di mirexesiyê de bû.

Navbirî di destpêka Zistana sala 2006 an, ji aliyê hêzên emniye Îranê ve hatibû destbiserkirinû piştre bo girtîgeha bajarê Urmiyê hate veguhestin.

Roste Erkiya Sala 2008 ê di dadigeha binav Şorişa bajarê Xoyê de, bi sûçê alîkarî di gel yêk ji partiyên siyasiye Kurd yên dijberî hikumeta Îranê, hukmê Ê`idamê bi serde hate sepandin, û sala 2009 an hukmê Ê`idama wî işkest bo 10 sal hepsê û dûrxistina bo Zîndana Yezdê.

Piştî nerazîbûna nûnerê Dadistanê Urmiyê ji şikandina hukmê wî hepsiyê siyasiye Kurd, di meha Adara sala 2009 an, hukmê 20 sal hepsê bi serde hate sepandin