Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyên sunî ên girtîgeha Gewherdeştê nameyek bo nawendên mafê mirov nivîsîn

16:38 - 6 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Zîndaniyên ola Sunî ên girtîgeha Gewherdeşta Kerecê di nameyekê de narizayetiya xwe ji kanalên biyanî û nawendên mafê mirov ragihandin.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, girtiyên han nameyek jiber girîngî nedana kanalên derveyî Îranê û nawendên mafê mirov bi ev zext û givaşên ku li ser çalakvanên ola sunî ne bilavkirin.

Di pişkekî vê namê de hatiye, li heyamê gera deselatdariya serkomariya Ehmedînijad de givaşên wezareta Îtilat (Zanyarî)yê bo ser civaka sunî mezheb li deverên Kurdistanê û Belûçistanê zaftir bûn û li gera yekema serkomariya Ehmedînijad de 80 kes ji zana û peyrewên wê olê li parêzgeha Urmiyê û Kirmanşanê hatin girtin.
Di gera duyem a serkomariyê de kar gehîşte vê qonaxê ku 2 kes ji zanayên mezheba Sunî bi navên Burhan Alî û Şêx Elselam hatin kuştin û di vê rêyê de xwastin ciwanan û xelkên peyrewa ola Sunî tepese bikin.

Di pişka din a vê namê de hatiye, di demekê de ku hêzên ewlehîkar dixwastin kesek destbiser bikin bê evê ku li pêştir hayîdar bikin, didane ber guleyan û dikuştin.

Divê namê de hatiye, hejmarekî berçav ji peyrewên mezheba Sunî a niha li girtîgehên rejîma Îslamiya Îranê bi xasmanî Gewherdeşta Kerecê de ne û pişkek ji wan mehkûm bidarvekirinê bi ser wan de hatiye sepandin.

Wan zîndaniyane ewa jî ragehandin, kanalên biyanî û nawendên mafê mirov divê pêwendiyê de çavê xwe girtine û nûçên çalakiyên ola Sunî bilav nakin û em bi hemû hêza xwe daxwaz li van nawendane dikin ku piştîvaniya mafê me bikin.