
Girûpa çiyager ya Helgurd ya li bajarê Pîranşarê, di çalakiyek jîngehparêzî de, seyrangeheke wî bajarî paqij kirin.
Roja Înê 22ê Tîrmehê girûpa çiyager ya “Helgurd” ya li bajarê Pîranşarê, di çalakiyek jîngehparêzî de seyrangeha “Pirdanan” ku yek ji seyrangehên navûdeng ya wî bajarî ye ku ji aliyê geştiyar û nehezên jîngehê ve hatibû pîskirin, paqij kirin.
Çiyagerên girûpa “Helgurd” dan zanîn ku, heta niha ti navendekê erka pêragehîştin bi wê deverê negritiye sitûyê xwe û ji aliyê fermandar û bexişdarê bajarê Pîranşarê ve jî ewder hatiye piştguhxistin.
Wan çiyageran bi hevkariya kargêriya gundê “Şêwemêrî” ya girêdayî bajarê Mîravayê di çalakiyeke jîngehparêzî de, seyrangeha “Pirdanan” paqij kirine.
Herwisa çiyagerên girûpa “Helgurd” behsa vê yekê kirine ku, armanca wan ev bûye ku di roja Înê de serdana wê seyrangehê bikin û ji xelkê geştiyar re nîşan bidin ku parastina jîngehê tenê erka jîngehparêzan nine û divê tev alî xwe li hember vê yekê de bi berpirsiyar bizanin.
Seyrangeha “Pirdanan” li ser rêya “Pîranşar û Mîravê” ye û li 30km bajarê “Pîranşarê” hilkeftiye, û salane pirr geştiyar serdana wê deverê dikin, lê mixabin ne geştiyar û ne jî navendên peywendîdar, jîngehê naparêzin û ev yek bixwe derbeyek giran li samana giştî ya Kurdistanê dide.