Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girûpekî terorîstî girêdayî yê rejîma Îranê di nava welatê Behrêynê eşkere bû

17:03 - 1 Tîrmeh (Temûz) 2020

Roja Sêşemiyê 30 ê Hezîrana 2020 an welatê Behrêyinê ragihand ku Şaneyekî terorîstî ku 54 kesên girêdayî yê Sipaha terorîste Pastaran bûn, ji nav birin.

Berdevkê Polîsê parastina ewlehiya Behrêynê ragihand ku wan karîne girûp û bandekî 54 kesî ser bi rejîma Îranê ku bona xirabkariyê hatibûne wî welatî, hejmarekan bigrin û yên dinê jî revîne Îranê.

Jêwekolîna di Behrêynê geheştiye vê encamê ku, fermandeyên Sipaha terorîste Pastaran, mijûlî rêkxistina Şaneyên Xûşeyî ne bona encam dana kiryarên terorîstî û derbe lêdan ji dem û dezgeh û damezravên Behrêyên ê ne.

Hejmarek ji sûçdarên hatinî biçawkirin, Sipaha Pastaran asankariya sefera wan bo Behrêyênê kiriye, heya ku biçne nava Îraq û Îranê û di navendên taybetiye pêgehandina terorîstan û padiganên serbazî de, hinek devrên taybet bi kiryarên teror û teqandinê bielimînin.