Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Givaş û girtina li ser xelkê gundê Ebulfezlî ji aliyê rejîmê ve zêdetir dibe

14:01 - 30 Tebax 2020

Xelkê gundê “Ebulfezil” bi hegera xwedî derketin ji gundê xwe rastî pirsgîrên micid ji aliyê rejîma Îranê ve hatine, wan li jêr givaşa rejîmê de gundê xwe bernedane û di hember de rawestane.

Çend rojan berî niha di navbera xelkê gundê Ebulfezil a girêdayê bajarê Ehwazê û hêzên taybet yên Întizamiye rejîmê de, şer û levdan çêbû, û xelkê gund berdane hêzên rejîmê û ji gundê xwe derêxistin,piştre dîsan rejîmê êrîş kire ser wî gundî û çendîn kes bi gaza bîber û gulleyên saçmeyî birîndar kiribûm, û çendin kesên wî gundî binçavkirin û bo wan perwende çêkirin.

Bunyada “Mustez`efan” xwe bi xwediyê gundê “Abulfezil” dizane û dixwaze xelkê ji wî gundî derxîne, lê xelk bi berxwedanî, rêgiriyê ji karbidestên rejîmê dikin û ji gundê xwe xwedî derketine.

Riftara hovane ya rejîma îranê digel xelkê wî gundî bi qasekî tund bûye ku, xelkê wî gundî ragihandine: “Bunyada “Mistez`efan” digel me rifarekê dike ku ,dijminkaraneye û çi dijminekê wisa neaniye serê me”.

Rejîma Îranê bi rêya xelk tirsandinê dixwaze wî gundî ji gundiyan bistîne ku zêdetir ji 40 salane ji aliyê xelkê werzêr û hejar ve hatiye avakirin.