Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Givaşa bankên Îranê pirisgirêkên berketiyên erdhejê di Kirmaşanê de zêdetir kiriye

12:02 - 27 Çirriya paşîn 2021

Hêj kawilkariyên erdhejê li bajarê “Serpêlazehaw”ê nehatine çareser kirin û xelk di rewşek xirab de dijîn lê berketiyên erdhejê ku bi neçarî wam ji bankan wergirtine niha kevtine bin giwaşên wan bankan.

Piştî derbasbûna 4 salan ji erdheja bajarê “Serpêlazehaw”ê ser bi parêzgeha “Kirmaşan”ê hêj şûnwarên wê erdhejê di nava bajar de bi awayekî berfireh têne dîtin û karlêkeriya wê erdhejê li ser jiyana xelkê wê deverê xuya ye û di rewşek wiha xirab de, bankên Îranê gef ji wan xwarine û givaş xistine ser wan ku divê wamên xwe bidin.

Berketiyên erdhejê bo avakirin û nûjenkirina xanî û avahiyên xwe wam ji bankan wergirtibûn lê bi sedema hejariyê nikarin wan wamên xwe bidin û givaşên bankên Îranê ew tûşî pirsgirêkên micid kirine.

Bankên Îranê bi şandina kurte nameyan bo kesên ku wam vergirtine, giwaşek zêde xistiye ser wan; Kesên wamvergirtî ragihandine ku di wê rewşa xiraba aborî, betalî û bilindbûna nirxan de ne dikarin wamên xwe bidin û nedikarin xanî û avahiyan ava bikin.