Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Givasa hêzên Îtilatê bo ser dûkandarên Kurd yên Urmiyê her roj zêde dibe

21:56 - 25 Adar 2014

Kurdistanmedia: Hêzên Ewlekar yên rejîma Îranê hejmarek ji bazarî û xwediyên dûkandarên Urmiyê di vî bajarî de bang kirine û ji ber danîna navê Kurdî û reklam kirin bi zimanê kurdî tometbar kirin e.

Li gor rapora Kurdistanmedia, di çend rojên derbasbûyî de îdareya Îtilata rejîma Îslamî ya Îranê xwediyên dûkanên bajarê Urmiyê gazî kirin e û ji ber danan û diyarkirina nav û peyva Kurdî bo dûkanên xwe lêkolîn ji wan kirin e.

Îdareya Îtilatê di vê lêkolênê de dawîn ixtar daye dûkançiyên Kurd û bi wan ragihandin e ku dibe peyva Farsî, ji xeynî Kurdî bo benêr û tabloya dûkan û bergeya teblîxî mefahwerdigrin.

Îdareya Îtilatê ew dûkandarên Kurd ku ji zimanê dayîkiya xwe bo danîna navê dûkan û cihê kasibiya xwe mefahwergirtin e bi “serpêçiya karên yasaya sinfiyan” sûçdar kirin e.

Raport û nûçên pêwendîdar bi givaşên rejîma Îslamî ya Îranê ji ber pêşîgiertin ji danîna nav û peyva zimanê Kurdî di bajarê Urmiyê de piştre jî li malpera Kurdistanemdia hatine bilav kirin.