Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Givaşa hêzên rejîm bo ser akinciyên bajarê Makoyê dirêje heye

13:15 - 26 Adar 2014

Kurdistanmedia: Hêzên rejîm li bajarê Makoyî bi alîkariya pêş nimêj û fermandarê wî bajarî êrîş kiriye ser cihê çêkirina guneke nû bi navê “Şigiftî” û pêşiya rêvebirina vê pirojê girt.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, gundê Şigiftî ku ji aliyê hemwetiyeke Kurd rûniştiyê bajarê Makoyê bi navê “Şadfer” li devera Avaçîn, helkeftiye li 45 kîlomêtriya Makoyê û 5 kîkomêtiriya sînorê Turkiyê ku dixwast bo xelkê vê deverê avahî tunebûn çêketin, lê ji aliyê hêzên rejîm ve pêşî lê hat girtin.

Li gor vê raporê hemû qonaxên yasayên karubarê çêkirina vî gundî ji aliyê fermandarê bajarê Makoyê ve pêdeçûn bo hatiye kirin.

Di heyamê çend roj berî niha rejîma Îslamî ya Îranê fermana betal kirina çend gundên Kurdakincî yên Makoyê bê ewê ku pasawek hebe derkirine.