Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Givaşa hêzên rejîma Îranê bo ser girtiyên Dîzilabad a Kirmanşanê û malbatên wan

19:42 - 12 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Rayedarên rejîma Îranê li zîndana Dîzilabad a Kirmanşanê, bi awayeke cûr ba cûr givaş bo girtiyan û malbatên wan anîn e û îzna rêkirina deva û derman ji aliyê malbatan ve bo zîndaniyan nadin.
Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, berpirsên girtîgeha Dîzilabad a Kirmanşanê bi awayeke cûr ba cûr zîndaniyan û malbatên wan dixine jêr givaş û îzna rêkirina deva û derman û hinek hevceyên din bi malbata wan nadin û zîndanî jî bi xwe ji dabînkirina wan pêdawîstiyane debuêrêt.
Rayedarên zîndana Dîzilabad a Kirmanşanê, girtiyanên nexweş yên wê gitîgehê bo çareseriya pizişkî bo nexweşxanê dibin, lê di hember de, hinek dirav ku bi zûrî ji zîndaniyan û malbatên wan zîndaniyane distînin ku hejmarekî zaf tewana dabînkirina ew hinde dirave tûninin.
Berpirsên girtîgeha Dîzilabad a Kirmanşanê li çend haletekê de erêna çareseriya pizişkî bi nexweşan dane, lê serbarî ewê ku hinek dirav bi zûrî lê werdigrin û nexweşan jî bo nexweşxanê neveguhestin in.
Madeya 2’a şivra abûrî û komelayetiya saziya NY ku li sala 1977 pejrandin e, zîndaniyên nexweş dibe li damezrandin, an nexweşxaneyekî sivîl çareseriya pizişkî bo bihê kirin, lê rejîma Îranê hertin ew yasayane binpê dike û di Îranê de girtiyan li gel eşkencên cûr ba cûr û cezaya nafermî û helsukewta nadirost ji aliyê berpirsên zîndanên rejîma Îslamî ya Îranê ve berbirû dibin.