Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Givaşa rejîma Îranê li ser kolêja berevaniya Fîlendê, reşkirina gotara xwendekarekî Kurd li ser malpera wê kolêjê de dûrde bû

15:48 - 27 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Xwendekarekî Kurd ê zanîngeha berevaniya Fîlendê, raporek li ser siyaseta hundirî û derekî yên rejîma Îranê li malpera xwe de bilav kirbû ku seba givaşên rejîma Îranê ew gotare hat rakirin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia’ê, balvêzxana rejîma Îranê li Fîlendê givaş bo kolêja berevaniya Fîlendê ji ber reşkirina gotarek ku tê de li siyasetên rejîma Îranê lêkolîn kiriye, aniye.
Rapora han ji aliyê xwendekarekî Kurd yê vê kolêjê li ser siyaseta hundirî û derekî yên rejîma Îranê nivîsîbû û bilavkiribû.
Rojnameya “Hilsînkîn Sanomat” (Helsingin Sanomat) li devê berpirsê kolêja tujneve sitratîjîkên Toristî Siyarîn (Torsti Sirén), nivîsiye: Paş hevpeyvîn li gel balvêza Îranê ew gotare li malpera kolêjê hat rakirin.
Di 20 salên derbas bûyî de rejîma Îslamiya Îranê çendîn car givaş bo ser bilavok û bilavkiriyên Fîlendê û piraniya welatên di Ewropayê de ji ber bilavkirina raporekî zaf li ser rewşa mafê Mirov di Kurdistana Îranê de, anîbû û gef li hejmareke zaf ji wan nivîkarane kiribû ku rapora û gotarên pêwendîdar bi rejîma Îslamiya Îranê hatibû nivîsîn.

6852.jpg