Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Givaşa sinatorên Amrîkayê li ser Obama ji ber pejrandina ambargoyên zortir bo ser Îranê

21:02 - 4 Tebax 2013

Kurdistanemdia: Hejmarek li sinatorên parlemana sinaya Amrîkayê daxwaz li Obama serkomarê vî welatî kirin ku heya dema selmandina mebesta aştî xwazyarên rejîm li pirogirama nawekî, dorpêçan li ser vî welatî zêdetir bike.
Li gor nûçeya nûçegehaniya “Asuşêtêdpirês” li gel destpêkirina gera 7’emîn a serkomariya Îranê, pitir ji 76 sinatorên Amrîkayê li gelaleyekê de xwazyarê zêdekirina gemaroyên abûrî dijî rejîma Îranê bûn.

Gelaleya han ku hevdem dijkiryara serkomarê rejîma Îranê lê çêbû, bi wajoya piraniya sinatorên Amrîkayê hat pejrandin û bo Barak Obama hat rêkirin.
Divê gelalê de rêkara leşkerî weke yekek ji rêkarên pêşîgirtin li dest pêregehîştina Îranê bi çeka nawekî, destnîşan kirin.
WelatênRojava bi hinceta pabend nebûna Îranê bi rêkevtinama navnetweyî, ambargoyên abûrî fişarek xistiye ser wî rejîmê.
Eva di demekê de ye ku rejîma Îranê bernamên nawekiya xwe aştiyane hesibandiye û divê pêwendiyêde tu rûnkirinek li pirogiramên xwe nîşan nedaye.
Dawîn dorpêçn petrola Îranê kiriye armanc û li sinaya Amrîkayê bi 400 dengên erên û 20 dengên nerîn hatiye pesend kirin.
Divê pêwendiyê de “Binyamîn Natanyaho” serkwezîrê Îsraîlê pêşwazî li terha nû a tehrîmên ser Îranê kir û got: “Pejrandina terha amabargo xistina ser petrola Îranê peyamekî eşkere û girînge bo vê rejîmê.