Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Givaşên hêzên Întizamî bo ser akinciyên Şinoyê zêde bûne

22:49 - 7 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Hêzên Întizamiyên rejîma Îslamiya Îranê li bajarê Şinoyê givaşekî zor ji rêyên cor ba cor xistiye ser xelk û akinciyên wê bajarê.

Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, givaşên hêzên rejîm li ser bajaroka Nelos a ser bi bajarê Şinoyê li parêzgeha Urmiyê, tundtir kiriye û ew hêzane ji rêyên cor ba cor konterola hevwelatî, tirombêl û akinciyên vê dever dikin û wan re arîşeyan saz dikin.

Ew hêzane bi bê sedem dest li ser mator sîklêtên welatiyan digre û li hindek haletan de jî dest li ser alavên mahwaran digre û bê ewê ku mohleta yasayî hebe.