Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Givaşên rejîm bo ser kolberan dom dike

20:58 - 28 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Di devera Sewlawa barê kolberan ji aliyê hêzên rejîma Îslamî ya Îranê ve dest biser de hat girtin û li Pîrançehrê pitir ji 30 ser hespên barhilgir hatin kuştin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî ya Îranê li bajarê Sewlawa roja Yekşemî 27’ê Nîsan a 2014’an, rijyane nav gundê “Delemerz” û serbarî lêgerîna mala hemwelatiyan bi bê muhleta yasayî, barê kolberên wî gundî zewt kirin û tevî xwe birin.

Nirxa wan barane ku ji aliyê hêzên Întizamî yên rejîm ve zewt kirin pirit ji 100 milyon Tûmen bûye.

Di wê pêwendiyê de li bajarê Pîranşehrê, bervara 25’ê Nîsanê, 30 ser hespên barhilgir yên kolberên Kurd di dema ziwirîn ji sînorên Herêma Kurdistanê bi fîşekên rese rast yên hêzên Întizamî yên rejîma Îslamî ya Îranê hatin kuştin.

Destdirêjiya hêzên rejîm li devera Bera Mêrgana Pîranşehrê û derdora “Tezeqela, Tikeş, Avxwarde, çiyayên kaniya zerde û kaniya Kîsel) hatiye gorê û hemû bar dest biser de girtine û ew 30 ser barhilgire kuştine.