
Kurdistanmedia: Ev Diravê ku weke alîkarî ku ji aliyê hinek ji Welatên bîhanî, bona wejandina Gola Urmiye hatibû danan, ji aliyê karbidestên rejîmê vê hatiye dizînê û heta niha çi pêngavek bona wejandina Gola Urmiyê nehatiye hilgirtin.
Nadir Qazîpûr nunerê Meclisa rejîmê, roja Şemmiyê 13ê Meha Rezberê, rastiyek eşkere kir ku ev alîkariya maliye ji aliyê hinek Welatan bona wejandina Gola Urmiyê hatine hinartin, negeheştiye destê me.
Qazîpûr gotiye: daxwaza me ji Cihangîrî weke berpirsê Sitada wejandina Gola Urmiyê eve ku bila bêje me kanê ev alîkariya maliye wan Welatan kîderêye û heta niha kîderê hatiye xerc kirin.
Alîkariya malî ku ji aliyê Çend Welatan ve bona wejandina Gola Urmiyê hatiye hinartin, pitir ji 300 Milyon Dolarî bûye, pêka gotina Qazîpûr 7 kes ji karbidestên rejîmê ev Dirav xwarine û pê wî Diravî sefera Amerîka kirine û heta niha çi raporek jî nedane wê Sitadê.
Gola Urmiyê bûye qurbaniya dizî û gendeliya karbidestên rejîmê.