Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gola Urmiyê li gor 100 salên derbas bûyî li xirabtirîn rewşa xwe de ye

13:40 - 28 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Kûrahiya gola Urmiyê li rewşa asayî de bi awayekî niwincî 16 mêtir bûye, lê niha kûrahiya gola han ji yek mêtirê jî kêmtir bûye.


Di çend salên derbas bûyî de jîngeha gola Urmiyê seba kêmbûna avê xisaretekî zaf ber kevtiye, bi awayekê ku çandîn ajelên zindî ên curbacur li vê golê de ji navçûne an jî tirsa li navçûnê li ser wan de ye.
Asta gola Urmiyê li salakê de 25 heta 35 santîmêtir kêm kiriye û berpirsên rejîma Îslamiya Îranê tû rêgeyek bo çareseriyê ji bo baştir kirina rewşa jîngeha wê golê encam nedane.
Li navçûna jîngeha gola Urmiyê û guherîna golê bo deryaçeyekî xê, ziyan û xisaretekî cidî bi çerxa jîngeha Kurdistanê bitaybet devera derdora gola Urmiyê digehîne, her ji ber vê berdewamiya çalakiyên jîngehparêjî, di vê pêwendiyê de hiştarî dane.
Karzan li ser vê bawerê ne li egera hişkbûna gola Urmiyê keş û hewaya deverê li hewayekî fênik ve bo hewayekî germ tevî tofana xê, guherîn bi serde tê û jîngeha deverê diguherîn e.
Yek ji sedemên hişkbûna ava gola Urmiyê, çêkirina bendawên zaf li vê deverê de ye, a niha piroseya çêkirina wan bendawane hatiye ragirtin.