Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gola Urmiyê tenê ji sedî 7 maye ku bi tevahî hişik bibe

15:19 - 30 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Roj ligel rojê gola Urmiyê zuhatir dibe, niha %93 gola Urmiyê hişik bûye û tenê ji sedî 7 maye ku bi tevahî hişik bibe.

Li gor rapora Kurdistanmedia, hatin xîzê hûr, lîm, û bahoza xwê, bilavbûna nexweşiyên curbicur, bilavbûna gerdîleyên metirsîdar, têkçûyîna jîngehê, jinavçûna jîndarên wekî Artimniya, ji encamên hişikbûna gola Urmiyê ne.

Roj ligel rojê rêjeya ava gol Urmiyê kêmtir dibe û heya niha 2,3 milyard mêtir sêcar ava gola Urmiyê maye û ewa jî bi wê wateyê ye ku ji seda 93 golê zuha bûye.

Arîşeyeka din a wê golê û hemwelatiyên rûniştî yên wê deverê ku girtiye, zêdebûna rêjeya şurbûna ava golê li heber caran, niha rêjeya şurbûna ava gola Urmiyê 400 girem ji yek lîtir daye û eva du hemberî şoratiya avên standard e.

Zêdebûna rêjeya şurbûna ava gola Urmiyê ji rewta hişkbûna zû a wê golê karîgerî heye.

Ev 18 sal in kirîza zuhabûna gola Urmiyê di holê de ye û her sal jî dehan soz, demên diyarîkirî, projeyên ser kaxizê û semînar û seredan û … ji aliyê hikûmetê dom dikin da ku golê ji xetera hişikbûnê rizgar bikin, lê heta niha ti gavek nehatiye avêtin û temenê golê her roj kêmtir dibe.

Di 18 salên borî de, karê ku salane hatiye kirin ji aliyên berpirsyarên dewleta Îranê tenê pêkanîna şandan bûye û nirxandina rewşa golê û şopandina projeyên kevin. Encama vê yekê jî zuhabûna roj bi roj zêde ya golê bûye û mirina wê her diçe nêzîktir dibe. Di du salên borî de, qasê avê ji sedî 30 gihîştiye 7 ji sedî.

Çalakvanên sivîl û karnasên jîngehê li Urmiyê bawer in ku hemû bernameyên dewletê di 18 salên borî derbarê kirîza parastina gola Urmiyê ji xetera zuwabûnê li ser kaxizan bûne û qet yek jî neketiye qonaxa cîbicîkirinê.