Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Goriyên xirabiya rê û cadeyên Kurdistanê berdewam in

15:55 - 21 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Du hevwelatiyên kurd ku yek ji wan zarokek temen 16 salî ye, bi sedema bûyera tirafîkê jiyana xwe jidest da.


Li gor raporeke malpera kurdistanmedia’ê, bervar 28’ê rezbera 1392 a rojî, bi sedema ji hev xistina du tirumbêlan, du hevwelatiyên kurd bi navên Ferşîd Ebasî, 16 salî û kurê Husên û herweha Riza Behramî, temen 27 salî jiyana xwe ji dest dan.
Ew du hevweatî, xelkê bajarê Seqiz li parêzgeha Kurdistanê ne û bûyera han jî li riya Bokanê de çê bûye.
Riza behramî li vê bûyerê de demildet jiyana xwe ji dest daye.
Ferşîd Ebasî jî li riya nexweşxaneyê de jiyana xwe ji dest daye.
Ew du hemwelatî mijûlê kasibkariyê bûn û li gor gotina hejmarek hevwelatiyên vê deverê, ji tirsa dûketin û şopandin û teqeya hêzên rejîma Komara Îslamî a Îranê tûşî vê bûyerê hatine.
Eva jî li halekê de ye ku hejmarek zaf ji xelkê Seqizê û bi taybet zarok ji ber nebûna kar û kêmiya dahatê, bona bijîva jiyana xwe rû ji vî karê pir metirsî û bizehmetî kirine.