Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Goşt dî Îranê de bi qistî tê firotin

12:25 - 2 Adar 2021

Bi sedema enflasyon û ticareta goşt ji aliyê berpirs an kesên girêdayê rejîmê ve, êdî xelk nikare goştê hewce bikire û ew berhema girîng ya xwarina xelkê Îranê hêdî hêdî li ser sifreya xelkê namîne.

Nirxa goşt di bazaran de di navbera 140 heta 150 hezar Tumenî ye û bi sedema daketina dahata xelkê, bilindbûna enflasyon, nebûna çavdêrî li ser bazara goşt û berhemên goştî, nirxa goşt bi qasekî zêde bûye ku êdî piraniya xelkê Îranê nikare bi qasî hewce û heta ya herî kêm, goşt bikire.

Niha giraniya goştê sor di halekê de ye ku di bajarên mezin yên Îranê xelk bo kirîna goştê sor neçar in bi awayê qistî yan jî bi çeka karmendî goştê hewce bikirin.

Di vê navberê de hin kes hene ku ne çeka karmendî hene ne jî pareya pêdivî bona kirîna goştê hewce û neçar in ku kesekê cihê bawerê gel xwe bibin ku gerentiya wan bike heta ku goştê bi awayê deyn û qistî bi wan re bê danê.

Parek ji qesab ji bo firotina goşt di dukanên xwe de lênûsên taybet danîne bo wan kesan ku bi qist û deyn goştê dikirin da ku navên wan di wê lênûsê de binivîsin û bo serê mehê bi awayê qist-qist perê xwe bidin.

Nebûna goşt li ser sifreya xelkê, paşhatên micid yên tenduristiyê dê li pey xwe ve bîne, lê berpirsên rejîma Îranê bi cihê çareserkirina wê pirsgirêkê, xelkê deverên sînorî tawanbar dikin ku bi qaçaxî ajelan bo derveyî Îranê difroşin û dibin sedema wê pirsgirêkê ku armanca wan perdepoşkirina gendelî û neşiyana birêveberiya serast a bazaran e.

Rejîma Îranê bi dabînnekirina debara hewce bo ajelan û sînordarkirina xwediyên ajelan bo çûna zozanan, hewla rejîma Îranê bona bi besîckirina xelkê sînorî û xwedî ajel yek ji kiryarên qirêj yê rejîmê bû ku bû sedema destberdana xwedî ajelan ji karê ajeldariyê.

Herwisa zewtkirina ajelên xelkê ji aliyê hêzên rejîma Îranê li ser navê ajelên qaçax û firotina wan bo berjevendiyên xwe, derb bi pîşeya ajeldariyê da ku rasterast bandor li ser qas û nirxa goşt di bazaran de daniye.