Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gotevanên Bazar Reza ya Meşhedê siluganên weke “mirin bo Xamneyî û le`net li Xumeynî” belav kirin

11:23 - 11 Şibat 2022

Roja Pênşemî 20`ê Rêbendanê, ji gotevanên Bazar Reza ya bajarê Meşheda Îranê, siluganên weke “mirin bo Xamineyî û Le`net li Xumeynî” hatin belavkirin.

Hevdem digel birêveçûna rêûresmên salroja avakirina şoreşa 57`an ya rejîma bîyîûma Îslamîa Îranê, ji gotevanên Bazar Reza ya bajarê Meşhedê, siluganên weke, “mirin bo Xamneyî û le`net li Xumeynî”, hatin belavkirin û ev deng  çend deqeyan berdewamkirin û hêzên leşkerî û înitzamî yên rejîmê yên li vir, di vê dereheqê de nekarîn ti bertekê nîşan bidin.

Pêka dîmenên belavbûyî, Hekkirina gotevanên Bazar Rezaya Meşhedê, di demjmêrên herî  qelebalix yên karê bazarê de hatiye encamdan.

Hekkirina Dengûreng, Kamerayên girtîgeha Qizil Hisar yên rejîma Îslamîa Îranê û herwisa niha jî hekkirina gotevanên Bazar Rezaya bajarê Meşhedê hevdemin, digel rêûresimên salroja avakirina şoreşa 57`an ya rejîma byîûm û dije mafa Îranê.

Hekkirina kamerayên girtîgeh û Dengûrengê rejîmê, girûpa sayîbirî ya bi navê “Îdaleta Elî” girte stûyê xwe lê, heta vê demê ti alî an girûpekê hekkirina gotevanên Bazar Rezaya bajarê Meşhedê negirtiye stûiyê xwe.