Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gotinên Pêşînyan

13:04 - 16 Adar 2013

Ar ji kesê nezan re bar e :

Ar, tê wateya heya an namûs û fedîyê,ji ber wê yekê ev gotin jî tê wateya ku mirovên nezan nizane namûs çiye an fedî çiye û li kîjan deverê xuya dibe.

Aşê dîna bê av digere :

Aşê dînan an serê wan ,bê av an bê mejî digere. Heke mejiyên wan hebûya an wekî yê mirovên din asayî bixebitîya ji wan jî re dîn nedihat gotin.

Aşiq birçî dibin qala nanê dawetan dikin:

Carinan ku mirov di dilê xwe de tiştekî bixwaze, lê belê rasterast mirov qala wî tiştî neke ,ya jî mirov tim qala wî tiştî bike .Mînak ku dilê yekî hebe xaniyekî çê bike,bi wê ramanê her tim di civatan de behsa xaniyan bike û ew li ser bala wî be.

Av di golê de bimîne wê genî bibe:

Divê hertişt di dema xwe de bê bikaranîn.Dema ku pêvist be divê bê bikaranîn.ku dema wî tiştî derbasbibe rûmeta wî jî namîne. Dîsa her tişt di dema xwe de hê xweş çareser dibe. Tiştin hene ku mirov di dema wî de dest navêjê wateya wî û çareserkirina wî dijwartir dibe.

Av heta girav nebe zelal nabe:

Dema bûyerên mezin çêdibin mirov hê nû li çareseriyê digerin,dîsa berî ku tevlihevî çêbibe mirov bi hişekî rast nafikire lê dema giravî (tevlihev)çêdibe û jiyana herkesî dibin bandora wê bûyer de dimîne wê demê herkes dixwaze çareserî çêbibe û di wî warî de hewl dide..