Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gotinên Riza Pehlewî berteknîşandana 6 rêkxiravên siyasî yên li dijî rejîmê li derveyî welat li pey xwe anî

13:21 - 11 Hezîran 2022

Şeş saziyên siyasî yên Opozîsiyona rejîma Îranê li derveyî welat, li hember gotinên “Riza Pehlewî” yên li derheq paşeroja Îranê de bertek nîşandan û her di vê derheqê de, daxuyaniyek hevpar belav kirin.

Ev daxuyaniya hevpar bi wajokirina hejmarek ji rêkxiravên siyasî yên Opozîsiyona rejîma Îranê yên weke Partiya Çep a Îranê(Fedayî Xelq) û Yekîtiya Komarîxwazên Îranê, komara Îslamî weke sedema “rewşa tirajîk a niha” û rêgirê bingehîn ê bidestvehatina azadî, demokrasî û dadperweriyê nas kirine û bi tekezî, dijayetî digel her core damezraveyek hertimî li sîstema siyasî di paşeroja Îranê de kirine.

Pêka vê daxuyaniyê, gotinên “Riza Pehlewî” înkarkirina Opzîsiyonê ye û ragihandiye ku, hin kes li derveyî Îranê hewlê didin bi mifahvergirtin ji ragihandinên derveyî Îranê û di rewşa kirîza Îro de, Riza Pehlewî wekî “alternativek bi cihê rejîma Îslamiya Îranê” û “rizgarkerê Îranê ji Komara Îslamî” bi civakê re bidin nasandin.

Herwisa di vê daxuyaniyê de hatiye ku, Îrana niha ya sala 1357`an nîne û civaka zêdebûyî ya Îranê amade nîne projeyek wiha verbigire.

“Riza Pehlewî” jî wekî rejîma Îslamiya Îranê û rejîma Mihemedriza Şah û rejîma Rizaxanê Mîrpenc, neteweyên din yên Îranê bi qewm û eşîret nas dike û netewebûna wan înkar dike û bawerî bi mafê netewî yên neteweyên din li Îranê nîne.