Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Greva kedkarên “karxaneya Çêkerên Motorana çêkirina Traktoran” ya Tebrîzê ket roja çaremîn

12:38 - 2 Şibat 2022

Roja Sêşemî 12`ê Rêbendnê kedkarên “karxaneya Çêkerên Motorana çêkirina Traktoran”, bo roja çaremîn dest avêtin bi girevê.

Kedkarên Karxaneya Traktorsaziya Tevrêzê, bona nîşandana nerazîbûnên xwe yên derheq kêmbûna heqdest û bicih nehatina soz û qwelên berê yên beprisên karxaneyê, ev 4 roj in di girevê de ne.

Herwisa Karkerên “Karxaneya Çêkerên Motorana Traktorsaziya Tevrêzê”, di meha Mijdara îsal de jî, li yek ji hewşên vê karxaneyê de kombûnên nerizayetiyê lidar xistibûn.

Pêka rapora nûçegihaniya “ÎLNA”ya girêdayî rejîmê, kedkaran di berdewamiya xwepêşandanên xwe de bi gotina “Rewşa heyî ne xema berprisên welat e” û daxwaza “ hatina rayedarên parêzgehê” ji bo çareserkirina pirsgirêkên xwe kirine.

Her di vê pêwendiyê de jî, Kanala Sendîkaya Azad a Kedkaran nivîsiye ku: “Piştî gotûbêjkirina mûçe , kedkaran rêveberiya nû ya karxaneyê bi gendeliyê tohmetbar kirine  û daxwaza avakirina encûmena nû ya karkeriyê di karxaneyê de kirine”.