Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Guherînkariyên Mîsrê û xelkê vî welatî

14:36 - 25 Tîrmeh (Temûz) 2013

Dara Natiq
Gelê hişyar û xwedî bîr û îradeya mafxwazane a Mîsrê piştî çendîn dehikan hukmê leşkerî û zulm û zordariya hikûmeta Husnî Mubarek bi rêxistina şoreş û serhildaneke sertaserî bi dijî deshilata leşkerî a Mubarek û di pêxema bidestveanîna deshilatek gelî û demokratîk, ku têde tewaya pêkhateyên vî welatî bi aştî û mafê wekhev di diyarîkirina qedera xwe û îdareya welat de beşdar bin, di roja 25.01.2011’an de dest bi serhildanê kirin ku di 11.02.2011’an de dîktator û efserê kevnar ê Mîsrê ji textê deshilatdariyê avêtin û qonaxek pirr ji hêvî û guherînek çarenûssaz di pêxema pêkhatina jiyan û pêşerojek geş di vî welatî de dest pêkir.

Di qonaxa piştî hiloşîna deshilata Mubarek de Partiya Azadî û Dadgerî a ser bi Îxwanelmoslimîn a Mîsrê karîn ku di heyamek kêm de, û bi dana komek diruşman di pêxema avedankirin û baştirkirina warê aborî ya welat û warê bijîva jiyana xelkê, bala piraniya xelkê wî welatî bo aliyê xwe rabikêşin, û li piroseya hilbijartina parleman û serokatiya wî welatî, îdareya siyasî a welat bidestve bigrin û Mihemed Morsî wek serkomarê welat hate hilbijartin, lê di heyamek kêm ya deshilatdariya xwe de Îxwanan dixwast ku sîstemek Îxwanî, bi ser civaka hişyar a Mîsrê de bisepînin ku berevajiyê wan xwestekan bûn ku di pêxemê de şoreş kiribûn. Mixabin Mihemed Morsî ne tenê hewil bo piraktîzekirina wan soz û dirûşmên ku dabûne gelê Mîsrê neda, belkû nekarî yekdengiyek nîştimanî di vî welatî de pêk bîne û nexwest çavnihêriyên xelkê vî welatî ku di pêxemê de şoreş kirin bi cî bîne. Navbirî ne tenê aboriya welat cihgir nekir, belkû aboriya welat rojbiroj berev xirapbûnê diçû, û kêşeya aborî meztirîn arîşeya xelkê wî welat bû. Rêjeya bêkarî di serdemê Mubare ji sedî 9 bû, lê niha li gorî Sindûqa Navneteweyî a Dirav %14 derbas kiriye. Giranî û bêqîmetbûna perê wî welatî, enfilasyon (tewerom, helawsan), û kêmbûna şevat û hewcehiyên rojane ên xelkê rû li zêdebûnê ye. Sekinîna çalakiyên zêdetir ji 4500 kargehên berhemanînê û kêmbûna rêjeya geşt û gozar di vî welatî de aboriya Mîsrê bi tewahî lawaz kiriye. Dewleta Morsî ne tenê nekarî ku tenahiyek tewaw di welat de cihgir bike, belkû hinek derfet pêk anîn ku ew taqmên tundrew ku xwendinek tundûtîj ji Îslamê hene, sîmayê pîroz ê olê Îslamê lekedar bikin, û ji aliyek din ve pirsa ewlehiya neteweyî ya welat û piroseya aştî û demokrasî û mafê mirov bi tewahî tûşî tehlûkeyê kiribû.

Sînordarkirina azadiyê tak û azadiya bîrûra eşkerekirinê û çalakiyên medenî, mafê jinan, îzolekirina girûp û aliyên din, piraktîzekirina kultura tundûtîjiyê di nav civakê de, hokar û sedemên nexwastî bûn ku armancên şoreşê ji rê derxistin, û berevajiyê çavnihêriyên gelê serhildayî ê Mîsrê bûn, ku xelkê Mîsrê pêre berbirû bûn.

Siyaseta hewildana berev yasa û rêsayên çaxên kevn, û ew kêmasiyên ku me qala wan kir, hinek hokar bûn ku gelê hişyar û mafxwaz ê Mîsrî carek din li 9’ê Pûşperê bi rêxistina tevgereke nerizayetiya giştgîr bi dijî deshilata tekrewane ya Morsî û bi cih anîna armancên şoreşa Mîsrê û bi piştevaniya hêza leşkerî di 12’ê Pûşper dawî bi deshilata yek salî a Mihemd Morsî û Îxwanan anî û karkirina li gorî yasaya bingehîn ragirtin, û berpirsê Dadgeha Bilind a Yasaya Bingehîn wek serkomarê dimikî ê Mîsrê hate diyarîkirin û sonda yasayî xwar û li 25’ê Pûşperê hikumeta dimikî bi serokatiya Elberadiî wek bi bê beşdariya dilxwaz ya Îxwanan pêk hat.

Guherînkariyek ku li ser astê navçeyaî û cîhanî helwestên curbicur li pey xwe anîn. Welatên Erebî wek Erebistan, Qeter, Koweyt û Îmarat çand demjimêran piştî vê bûyerê piştevaniya xwe ji vê pêngava arteşê û îradeya mafxwazane ya Mîsrê ragehandin, û herweha welatên Ewropayî, Amerîkayî û NY, tevî helwestgirtinên cuda di vî warî de nîgeraniya xwe ji rewşa hestyar û aloz ya niha ya Mîsrê ragehandin. Guherînek ku niha civaka Mîsrê bi ser du eniyan de parve kiriye, eniyeke mafxwaz û eniya dijî demokrasî, ku amadeyê tu cure sazanekê nînin, û di hewla pêkanîna aloziyan û kêşeyan de ne, ku ew yek rewşê berev şerek navxweyî ve dibe.

Lê ya ku di vê mijarê de hewce ye li ser bisekinin hişyariya xelkê mafxwaz û şoreşger ê Mîsrê ye, ku tevî pêdagiriya li ser xwestek û daxwaziyên xwe di pêxema pêkanîna civakek demokratîk û mirovtewerane de, amade ninin ku bi tu awayekê berev paşve vegerin û stûxwarên deshilatdarên peyrewên îdeolojiyek taybet bin.