Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gulbax Behramî: Helbestên bergirî û şoreşgêrî her tim bingeha destpêkî ya nivîsandinên min bûne, lewra bê nîştiman û helbest ez natewaweke natewaw im

12:43 - 26 Îlon 2013

Hevpeyvîn: Îdrîs Sitwet

Golbax Behramî kê ye?


Ez Golbax Behramî her ji vê demê pê ve ku min xwe nas kiriye, ez endamê PDKÎ me. Ez di sala 1982’an de li bajarê Dîwanderê ya ser bi parêzgeha Sinê li Kurdistana Rojhilat ji dayîk bûme. Min xwendina xwe li bajarê Dîwanderê temam kir û min her li wêî bajarî ji rêya Encûmena Edebî a bajarê xwe ve, dirêjî bi hewlên xwe dan û çalakiyên hunerî ên xwe dest pê kirin.

Min her ji sala 2000’ê pêve bo zeqkirina zimanê Kurdî û nivîsandina helbestan hewil dan, ku mixabin li jêr siya desthelat û yasayek hakim de pişt guh ve hatiye avêtin.

Her ji vê demê pêve heya niha berdewam im li nivîsandinê, û heya qasekê jî min kariye sitayl û dengeke helbestan ya cuda bim, û sitayla taybetî ya xwe di rêya helbestan de bibînim, û herwusa bi hîskirina bi berpirsayetîkirinê li hember xebata rewa ya gelê me, û ev zulm û neheqiya ku li hember neteweya kurd tê kirin, min hewil da, ku bibme beşek ji xebata pîroz û rewa, û ji rêya helbestên nîştimanî, ji axê ve bo axê û ji nîştimanê ve bo pêşmerge binivîsînim, weke endamek PDKÎ mezintirîn şanaziya min eva ye ku bo deqeyek jî bibe, ji rêza çeperên kurdayetiyê, helbestvana gelê xwe bim û di vê derheqê de her tim pêşmergane binivîsim û bijîm, û herwusa di ragehanên PDKÎ de bikaribim beşek biçûk bim li karên pîroz ên pêşmergayetiyê, û endameke nevest a PDKÎ bim, û berdewam dibim heya xebat berdewam be.

Niha jî li herêma Kurdistanê û li bajarê Hewlêrê bi hêvîya azadî û bidestveanîna armancên pîroz ên xwe dijîm.

Min ji sala 2008’an pêre piraniya gotar û helbestên xwe li govar û rojnameyan de bilav kirine, û yekem pirtûk jî li sala 2012’an de bi navnîşana “Nîwey pirî min, niwey betalî awêne” bilav kir, ku ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Kurd taya Kerkûkê ve hatiye çap û bilavkirin, ku ji 150 rûpelî pêk hatiye û bi tîraja 500 daneyî hatiye çapkirin.

Berhemên din ên niha ku amadeyî çapkirinê ne, pêk tên ji: Pirtûkek ku wergêrana komelek gotarên felsefî ji fîlesofên cîhanî û herwusa xwendinek nû bo dîroka Fîmînîzmê ye ku ji Farsî ve hatine wergêrandin û pirtûkek jî ku ji komek helbestên bilav nekirî pêk hatiye, amadeyê çapê ne.

Gelo tu di destpêkê de dikarî bo me hinek basa jiyana Edebî ya xwe bikî?

Ez di sala 1995’an de ku bûme endamê Encûmena Edebî ya bajarê Dîwanderê min bi awayek micit çalakiyên edebî ên xwe dest pêkirin, û berdewam bûm, û wek endamê Encûmena Edebî - çandî a bajarê Dîwanderê min dirêjî bi çalakiyên xwe dan, û ez li piraniya Fistîval û çalakiyên edebî û çandî ên bajarên kurdistana rojhelat de beşdar bûm, dawîn çalakiyên min li kurdistana Rojhilat eva bû ku li Reşemeya sala 2009’an de min beşdarî li fistîvala helbestên hevçerx ên Kurdî li bajarê Pîranşar de kir.

Tê gotin edebiyata jinane û edebiyata mêrane! Gelo tu heya çi qasekê tevî polênbendîkirina edebiyatê li ser bingeha regez de yî?

Ez tevî polênbendîkirina edebiyatê de nînim, û tevî vê da nînim ku edebiyat bi giştî û bixasmanî helbest bêt parvekirin û mohra regezî pêve bizelqînin, lê ez li ser vê baweriyê me ku dengê helbestan û darêtina hest û çawaniya têfikrîn û dîtingehan e ku dikare deqeke helbestên mêran ji helbestên jinan, ji hev cuda bike.

Bi giştî ez dikarim bêjim ku di her civakekê de ku hewldan ji bo hemberî mêran û jinan û têkoşan bo bidestveanîna mef hebe, ku ji dîtingeha takên vê civakê ve, ew mafe tuneye, û yan jî hatiye zewitkirin û sînordar e, û yan jî heye û hêj pê negihiştiye, li wir edebiyat jî bi arasteya vê rastiyê de diçe ku beşek e ji rastiya kêşe û kirîz û newekheviyên vê civakê. “Helbestên jinan” dibêjine helbestekê ku taybetmendiyên cîhana jinane bi bîr û hizr û dîtingehên jinane derdixe rojevê.

Ez li ser vê baweriyê me ku “helbestên jinane” destewajeyek giştgîr û çend biyavî ye ku tevî “helbestên jinan” cuda ye, lê di encam de digihîjne hevdu.

Lewra ev bi hevdu gihîştine darêtiyê forma edebiyatekê ye ku jinbûna helbestvan ji çawaniya derbirîn û bikaranîna peyvan û nexşandina ev wêne û helbestan zeq û berçav dike, ku deranîn û derbirê cîhanek jinane ye, di helbestê de.

Hewce ye ku vê jî ji bîr nekin ku hemû helbestvanên jin helbestên jinane nabêjin.

Eva jî pêka hilkevt û hizr û herwusa rewşeke rastîn û ne rastî ye, ku helbestvan bo hizir kirinên xwe di cîhana xwe de bikar tîne.

Gelo tu hez ji helbestên siyasî (Helbestên şoreşgêrî) dikî, yan helbestên evîndariyê?

Helbest peyameke helbestvanê ye, ku tevlî hunera afirandinê dibe û dibe dengek hevpar bo azirandina ev hîsa hevpar, ku beşek ji me hemiyan e.

Her tim nîştiman beşek bûye ji panahiya cîhana min û helbestê, ku her tim min li vir de kariye bibim pêşmerge û dayk û xak û evîndar.

Helbestên bergirî û şoreşgêrane her tim bingeha destpêkî ya nivîsandinên min bûne, lewra bê nîştiman û helbest ez natewaweke natewaw im, û herwusa di demekê de ku helbestvan pesna ciwanî û evîndarî û jiyan û ...hewd dike, û di jan û xemên hevpar de tevlî riha helbest û peyv û cîhana derdorê dibe, tê vê wateyê ku hurmeta nirxên hundirîn ên xwe û xwendevan digire.

Gelo tu zaftir hez ji kîjan helbestan dikî, helbestên kilasîk yan ên nû?

Qonaxa helbestên kilasîk bingeha têfikrîn û berevpêşçûna edebiyata kurdî bû ku helbestvanên vê qonaxê pir bi şarezayî karîn ezmûnek dewlemend di vê qonaxê de raxînin berçavan, ku heya niha jî dom heye, ez pir hez ji helbestên kilasîk ên kurdî dikim û bitaybet Mamosta Hêmin û Mehwî û Nalî, ku di demên zû de hatine û her bêhna tazebûnê hilgirtine û niha jî her nû ne, û têne xwendin, lê weke nivîsandin, bi piranî helbestên azad dinivîsînim û heya niha min helbestên kilasîk li ser şêwaza kêş û serwa ne nivîsandine, û ez tenê xwendevaneke baş ya wan im.

Gelo tu helbesta kurdî di çi astekê de dibînî?

Helbesta niha ya kurdî pir cudatir in ji qonaxên berî xwe kariye bibe ezmûnek diyar û li ser destê helbestvanên nûxwaz û nûtirxwaz jî, karwana helbestên kurdî berev pêşve bibe, her çi qas hindik jihevbilavî pêve diyare, lê bi giştî di pêşveçûn û serkevtinê de ye.