Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gumrika Sêro li parêzgeha Urmiyê ti qazacnek bo xelkê û deverê tinîne

16:50 - 12 Adar 2022

Rêzeya kamiyonên şandina kelûpelan Îranê bo derve li gumrika “Sêro”yê li devera “Biradost” a girêdayê bajarê Urmiyê tevî ku dahatek zêde heye, ti qazancek bo xelkê deverê tinîne.

Gumrîka Sêro ku yek ji girîngtirîn gumrikê Îranê li sînorê Tirkiyê ye, dahatek zêde heye lê ev dahat bo hewcehiyên gumrikê û herwisa xizmetkariyên li nav gumrikê nayê xerckirin û tevahiya dahatê bo derveyê deverê tê şandin û ti qazancek bo xelkê tinîne.

Gumrika Sêro tevî dahata zêde bo rejîmê, bo deverê xisarên zêde wekî jinavçûna qîrtava rêyan, rengehiya bûyeran, levitîna hewa û deverê bi paşmaweyên wekî rûn û gazoîla maşînan ti qazancek bo xelkê deverê bi taybet bo gundên “Sêro, Gengeçîn, bajaroka Sêro, Navcihan, kurane, Exiyan, Hevsara, gundikmela û çendîn gundên nêzî rêya tranzîtiya Sêroyê tînîne.

Rewşa rê û navxweyê gumrikê baş nîne û rejîma Îranê ti hewcehiyek a wê gumrikê dabîn nake û xelkê devera Soma û Biradost ji dahata wê gumrîka girîng bêpar in.