
Kanalên Telegramî yên girêdayê rejîmê bi danîna postan li derheq gundê “Cêrmê” bi çewtekarî belav dikin ku xelk bo niştecîbûn di bajaran de ew gund çol kirine û hewla xeletandina hizra giştî didin.
Gundê Cêrmê di 50 kîlometrya rojavayê bajarê Urmiyê û li nêzî xala sînorî ye û hêzên serkutkerên rejîma Îranê di salên 60an de bi tirsandin û zoremilî xelkê wî gundî ji gund derxistin ku armanca wan milîtarîzekirina zêdetir a wan deveran bû.
Rejîma Îranê bo perdepoşkirina rola xwe li çolkirîna wî gundî, ji kanalên Telegramiyên xwecihî wek alavek a belavkirina nûçeyên sexte mifahê verdigre.
Gundê “Cêrmê” yek ji gundên avedan li tenîşta çiyayê “Çilmêrê Şehîdan” bû lê niha ti nîşanek li jiyan di wî gundî de nemaye û bi tevahî ji nav çûye û hin caran zozançî di dema zozanan de li cihê wî gundê de xêwetên xwe hildidin lê gelek caran rejîma Îranê îzna çûna zozançiyan bo wê deverê nade.
Rejîma Îranê li Rojhilatê Kurdistanê bi armanca milîtarîzekirina zêdetir xelkê gundên sînorî bi zorê ji gundên wan derxistine.