Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gundê Kutban a girêdayî bajarê Selmasê pirsgirêka tinebûna mamostayên dibistanê heye

12:08 - 30 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Gundê Kutban a girêdayê bajarê Selmasê pirsgirêka tinebûna mamostayên dibistanê heye û dersxwanên wî gundî, bê mamosta mane û dersxwan di malên xwe de dimînin.

Pêka hinek zaniyariyan ku belavbûne, mamostayekî dibistana gundê Kutban a girêdayê bajarê Selmasê malnişîn (baznişest) bûyê, lê îdareya Perwerde û Hînkariyê ti kesek bi cihê wî nedaniye, û demeke dirêj e ku dersxwan bê mamosta mane û ji dersê bê par mane.

Bi gotina xelkê wî gundî, ew mamostaye heyama çendîn rojan nehate ser kar, û xelkê gundê “Kutban”ê bi neçarî serdana îdareya Perwerde û Hînkarî ya bajarê Selmasê kirin, û piştî li pey ketin, agehdar bûn ku, ew mamosta malnişîn (baznişest) bûye, lê wê îdareyê ti mamostayek bi cihê wî neşandiye.

Xelkê wî gundî gotine ku, zarokên me ji dersê bê parin û heya niha li pey ketina wan, negihîştiye ti encamekî, û ti kes ji berpirsên rejîmê, dengê hawara wan nabêhîzin.

Rejîma Îranê bi piştguh avêtina pirsgirêkên deverên Kurdistanê bi taybet pirsgirêkên perwerde û hînkariyê, bi bizanebûnî piştguh diavêje û bi bizanebûnî dixwaze asta xwendinê di deverên Kurdistanê de nizim rabigre.