Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gundê Nayîser a ser bi Sinê bi 50 hezar rûniştiyan ve, xwendingeha amadeyî tuninin

16:29 - 17 Nîsan 2014

Kurdistanmedia: Gundê Nayîser bi 1500 dersxwanên amadeyî ve ji xizmetguzariya xwendingeha amadeyî bêbarin.

Li gor rapora Kurdistanmedia, hemwelatiyên gundê Nayîser ji 5 kîlomêtriya bajarê Sine bi 1500 dersxwanên amadeyî ve ji nebûna qutabxanê dinalin.

Li gor vê raportê xwendekarên vî gundî seba nabûna xwendingeha amadeyî, heroj rêyek zor bi pêyan hatûçûn dikin ku dibe sedema bêhêzbûn û lawazbûna mêjî û heruwsa asta xwendekaran jî bi xwendinê kêm dike.

Li gor nûtirîn serhejmaran, Nayîser nêzîkê 50 hezar akincî heye, lê ji nebûna xizmeguzarî û îmkanatên tendurustî û dermanî û perwerdeyî bêbarin.