
Gundê Nê ya girêdayî bajarê Merîwanê ev nêzî çendîn rojane ku, di bin milîtarîzeya hêzên rejîma Îranê de ye û Spaha Pasdarana terorîst di wî gundî de rewşa awrte(hikûmet nizamî) ragihandiye.
Pêka nûçeya ku gihîştiye bi malpera “Kurdistanmedia”yê, hêzên Spaha Pasdaran a terorîst ku pêk hatiye ji caş û kirêgirtiyên rejîmê, li mizgevta gundê Nê ya girêdayî bajarê Merîwanê, cihgîr bûne û tevî ragihandina rewşa awarte (hikûmet nizamî), aciziya gundiyan dikin.
Çavkanyek agehdar daye zanîn ku: “Kirêgirtiyên rejîmê pêş deriyê malên xelkê gundê Nê digirin û gefan li xelkê gund dixwen.”
Her di vê derheqê de ciwanên gundê Nê, bi belavkirina peyamekê dane zanîn: “Newroz hilkeftek kevnar a Kurdewarî ye ku Kurd vir yekrêzî û yekgirtiya xwe nîşan didin û rêz li zindîbûna nîştimana xwe digirin; Lewma ev yek bo Komara Îslamî cihê qebûlkirinê nîne ku gelê Kurd wê yekrêzî û hevsoziya li hember bi axa pîroz a Kurdistanê heye û rejîm wek hilkeftek siyasî mêzeyî vê dike.”
Herwisa ciwanên gund di berdewamiya peyama xwe de gotine: “Bi kêfxweşî ve lawên Kurd û nemaze lawên gundê Nê, bi başî ji rejîma berçavteng fêm dikin û rejîm jî bi başî dizane ku ev têgihîştin û fêmkirina, armancek mezin li pişte, û lewma hêzeke mezin li gundê Nê cihgîr kiriye û tirsa vê heye ku bi hilkirina agirê Newrozê li gundê Nê, bibe sedema herifîna peykera Komara xwînmij a wan.”
Lawên Nê di peyama xwe de gotine wan pê xweşe ku, rejîm ji agirê Newroza Kurdewarî tirsiyaye û ev li hember gefên rejîmê nayên sekinandin û dê li ser wan de serkevtî bin.”
Spaha Pasdaran bona vê ku nehêle di gundê Nê de rêûresma Newroza Kurdewarî bê lidarxistin, hêzeke zêde di wî gundî de cihgîr kiriye û şer û pevçûn di navbera xelkê Nê û hêzên dagîrker de rû daiye û herwisa bi sedema teqeya rasterasta hêzên rejîmê sê kes ji xelkê gundê Nê hatine birîndarkirin.