Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gundekî ser sînor li parêzgeha Îlamê seba nebûna îmkanat çol bû

22:37 - 2 Îlon 2013

Kurdistanmedia: Nebûna îmkanata destpêka jiyanê, gundekî başûrê Îlamê bi navê “Hesen Qndî” çol bû û akinciyên wî gundê koçkirine bajaran.


Gundê Hesen Qendî li devera deşta Ebasî a başûrê parêzgeha Îlamê, bi destê bê îmkanatî dinalin. Gundê han ji serdemê şerê 8 saliya Îran û Îraqê rê û ban jêre çêkirin ku heya niha tû çaksaziyek bo bûjaneweya wê rêyê nehatiyekirin.
Gundê Hesen Qendî, ji 35 kîlomêtriya sînor helkevtiye û hola mîn û gullên xomparên neteqîwên serdema şerê 8 saliyê ye, her çar aliyan dorpêç kiriye û derbas bûn bo sînor li wî gundî de mirin ji seda sed dûrde ye.
Akinciyên gundê Hesen Qendî, gundê xwe seba nebûna av û karaba çol kirine û tenê 3 kes têde dijîn, bo dabînkirina ava xwarinê, mecbûrin biçine gundên derdora devera deşta Ebas.
Ewa di demekê de ye ku heyamê du salan berî niha kolke (Tîr)a karabayê li wê gundê de danîne, lê seba kêmtirxemiya berpirsên rejîma Îranê heya niha bê berq in û bi mecbûrî akinciyên wî gundî koç dikene dever û bajarên din.