Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hatiye berevirdkirinê ku qurbaniyên Koronayê li Îranê her rojê bibe bi 900 kes

13:15 - 1 Çirriya paşîn 2020

Serokê Saziyeke Vîrûsnasî li Îranê gotiye: “Pêka rewşa niha ya birêvebirina krîza Koronayê dûr nîne ku hejmara qurbaniyan di rojê de bighîje 900 kesan.                

Serokê Navenda Vîrûsnasî yê Nexweşxaneya “Mesîh Danişwerî”, “Elîriza Nacî” tevî rexnegirtin ji kêmkarî û pêdagiranebûn ji deshilatê bona rûbirûbûn digel Koronayê got: “Li berdewamiya rewşa niha, renge hejmara qurbaniyên Koronayê li rojên bê her roj bighîje 900 kesan.

Herwisa Bisporê Nexweşiyên “îltihabat”ê û Serokê Nexweşxaneya “Celîlî” ya bajarê “Yasûc”ê, “Seîd Cawdan” ragihandiye: “Hekî yasayên tenduristiyê berçav negirin û tevî berçavnegirtina wan yasayên bertenker bi awayê lezgîn û pêdegir li hember Koronayê de nerawestin, roj û mehên reş yên Koronayê dê berdewam bin.

Ji aliyekî din ve jî, Serokê Giştî yê “Mala Peresdar”, “Mihemed Şerîfî Muqeddem” roja Şemî 31ê Çirriya Pêşîn, di konferanseke rojnamevaniyê de gotibû: “%25 a persdarên Îranê tûşî Koronayê Bûne û destjikarkêşana bi hezaran peresdarên din bûye sedema kêmbûna hejmara peresdaran ku ew bûye sedema canjidestdana zêdetir ya pêketiyên vîrûsa Koronayê”.

Berdevka Wezareta Tenduristî ya Rejîmê, “Sîma Sadat Larî” ragihand: “Li 24 demjimêrên derbasbûyî, 7 hezar û 820 pêketiyên nû bi vîrûsa Koronayê li Îranê zêde bûne û 386 kesan jî canê xwe ji dest dane.

Rewşa belavbûna vîrûsa Korona li Îranê roj bi roj ber bi xirabtirbûnê ve diçe û rojane xelkeke zêde bi sedema neşiyana berpirsan û kêmkariya rejîmê dibin bi qurbanî.