
Kurdistanmedia: Heft Senatorên Amerîkayê, biryarnameyekî li derheq piştevanîkirin ji xwenîşanderên Îranê didine Meclisa Sena a wî welatî.
Pêka nûçeyên belavbûyî, roja Çarşemî, 25`ê Befranbarê, Lindsî Giraham (Lindsey Graham), Endamê Sena a Amerîkayê, li ser rûpela xwer a Twîtterê baskiriye, ku digel 6 Senatorên din yên Meclisa Sena, dê biryarnameya piştevanîkirin ji xwenîşanderên Îranê bidine meclisa Sena a wî welatî.
Herwisa, wî Senatorê Komarîxwaz, li ser rûpela xwe a Twitterê nivîsîye, ku ez îro tevli endamên Senatorên Meclisa Senayê bûm ku kesên wekî, “Marta Mek Salî, Cêymiz Lenkford, Marko Robîo, Conî Êrnêst, Têd Kurûz û Mit Ramnî” têde bûn, ku emê wê biryarnameyê pêşkêş Senaya Amerîkayê bikin û nîşan bidin ku Meclisa Sena a Amerîkayê piştevanê xelkê Îranê ye ku bi gorîkirina canê xwe, azadiyê dixawzin.
Herwisa navbirî got ku, hêvîdarim ku Senatorên din, tevlî wê biryarnameyê bibin û derfetê bidin ku hemû cîhan bizane em piştevaniya xelkê Îranê dikin ku dixwazin ji rejîma “bikuj a Ayetûlah”, rizgar bibin.
Herwisa, berê jî, Serkomarê Amerîkayê, Donald Tramp, hişdarî dabû Îranê ku, xwenîşanderan nekuj e.